"Em bi hev ra hereket dikin û xebatên xwe didomînin"

Serok Erdogan der barê hewldanên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wiha got: "Em xebatên hemû sazî û dezgehên xwe ji nêz va dişopînin û bi hev ra hereket dikin."

"Em bi hev ra hereket dikin û xebatên xwe didomînin"

Serok Recep Tayyî Erdogan der barê hewldanên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wiha got: "Em xebatên hemû sazî û dezgehên xwe ji nêz va dişopînin û bi hev ra hereket dikin."

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê axaftina xwe ya telekonferansê ya bi endamên Kabîneya Serokomariyê ra weşand.

Serok Erdogan der barê hewldanên dijî vîrusa koronayê ya nû got ku em xebatên hemû sazî û dezgehên xwe ji nêz va dişopînin û bi hev ra hereket dikin.

Erdogan der barê girtina xaz û ceyranê da wiha got: "Me rojên dijwartir derbas kirin, lê tiştekî wiha nekir. Di dewleta civakî da tiştên wiha çênabin."

Serok Erdogan balê kişand ser perwerdeya ji derva tê dayîn û got ku înşellah bi vê rêbaza xebatê em ê ji bona pêşerojê pergaleke cudatir ava bikin û bi cî bikin.

Erdogan li ser mijara li dibistanan dirêjkirina dema betlaneyê da destnîşan kir heger Lijneya Zanistê bibêje di dirêjkirinê da feyde heye wê guh bidinê, lewra pispor ew in.

Serok Erdogan diyar wê ji kesên ku amûran bi rêyên cuda direvînin derva û li nav welêt bi bihayên zêde difiroşin hesab bipirsin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE