“Emê bi hev ra nîşan bidin ku AK Partî ne tenê 18 salên dawîn ê Türkiyeyê, partiya dahatûya wê ye jî”

“Emê bi hev ra nîşan bidin ku AK Partî ne tenê 18 salên dawîn ê Türkiyeyê, partiya dahatûya wê ye jî”

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya vîdeoyê beşdarî Kongreyên Bajêr yên Denîzlî, Mersîn û Uşakê ya yên Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê bû.

Serok Erdogan behsa AK Partiyê kir û der barê kongreyên partiya xwe da got ji ber şewbê ew mecbur in ku bi sînordarkirî kongreyan çêbikin.

Der barê kongreyên AK Partiyê da Erdogan got ewê heta dawiya meha sibatê hemû kongreyên xwe yên bajaran temam bikin û armanca wan ew e ku beriya Kongreya Mezin a Asayî ya 7emîn ew amadehiyên xwe temam bikin.

- "AK Partî ne tenê 18 salên dawîn ê Tirkiyeyê, partiya dahatûya wê ye jî"

Serok Erdogan wiha axivî: "Emê bi hev ra nîşan bidin ku AK Partî ne tenê 18 salên dawîn ê Tirkiyeyê, partiya dahatûya wê ye jî. Em serfiraz in ku di nav 18 salan da me hemû karên ku di dîroka Komarê da hatine kirin zêdetir xizmetan kir. Avakerê AK Partiyê jî, xwediyê wê jî û şopînerên wê jî miletê me bi xwe ye."'

- "Niha li CHPyê siyaseta yekmeriviyê tê meşandin"

Erdogan rexne li CHPyê jî kir û wiha pê da çû: "Ez dixwazim bi xemgînî bibêjim ku aktorên mixalif û kadroyên wan ên derdikevin li pêş me tu yek jî ji bo berhem û siyaseta xizmetan bi me ra neketine pêşbaziyê.Bi rastî li Türkiyeyê siyaseteke CHPyê tune. Heta partiyeke bi navê CHPyê heye an na, ev jî tê niqaşkirin. Niha li CHPyê siyaseta yekmeriviyê tê meşandin."

- "Texsîdên krediyên Halkbankê hatin taloqkirin"

Serok Erdogan anî ziman texsîdên krediyên ku ji ber Kovîd-19ê navber hatibû dayîn hatin taloqkirin û wiha dewam kir: "Texsîdên krediyên Halkbankê yên dan esnaf û zinaetkaran û Wezareta Xezîne û Darayiyê jî piştgiriya faîzê dabû û divê di navbera 1ê Çileya Paşîn û 30yê Hezîranê ya 2021î da di nav 6 mehan da bihatana dayîn, wê bên taloqkirin".

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE