"Em bi rêbazên cuda Herba Îstiqlalê didin"

Erdogan: "Ji vir esrek berê me Herba Îstiqlalê da destpêkirin û bi avakirina Komarê em serkeftî bûn. Wek vê em bi rêbazên cuda Herba Îstiqlalê didin"

"Em bi rêbazên cuda Herba Îstiqlalê didin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji vir esrek berê me Herba Îstiqlalê da destpêkirin û bi avakirina Komarê em serkeftî bûn. Wek vê em bi rêbazên cuda Herba Îstiqlalê didin."

Erdogan di peyama xwe ya ku bi minasebeta 29ê Cotmehê Cejna Komarê weşand da cejna hemû welatiyên ku li 81 parêzgehan û li dervayî welêt dijîn pîroz kir.

Serok Erdogan di peyama xwe da Xazî Mustafa Kemal Ataturk di serî da hemû lehengên ku di avakirina dewleta nû da wezîfe hildan bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got, "96emîn salvegera ragihandina damezirandina Komara me pîroz be."

Erdogan di peyama xwe da wiha got:

"Wekî milet û dewlet ji bo parastina hebûn û siberoja xwe, em van salên dawîn dîsa têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Ji êrîşên rêxistinên terorê heya 15ê tîrmehê hewildana xaîn a derbeyê hemû hedîseyên qewimî, rengvedanên vê têkoşîna me ya dîrokî ne. Herekatên me yên li Sûriyeyê, Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û herî dawîn jî Kaniya Aştiyê dîsa beşek ji vê têkoşîne ne. Ji vir esrek berê me Herba Îstiqlalê da destpêkirin û bi avakirina Komarê em serkeftî bûn. Wek vê em bi rêbazên cuda Herba Îstiqlalê didin. Ji bo têkbirina yekrêzî û yekbûna me, her cure lîstik û fitne tên meşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE