''Em bi serbilindî ji vê pêvajoya zehmet derketin"

Serok Erdogan: "(Kovîd-19) Em bi serbilindî ji vê pêvajoya zehmet derketin."

''Em bi serbilindî ji vê pêvajoya zehmet derketin"

Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê recep Tayyîp Erdogan qediya.

Civîna ku li Qesra Huberê ya li Tarabyayê birêve çû 3,5 saetan ajot.

Di civînê de ya ku bi sedema vîrusa koronayê cara 5an e bi rêya vîdeo konferansê tê lidarxistin, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî amade bû.

Serok Erdogan: "Ez hêvî ji Rebbê xwe dikim ku remezan jş bo gelê me, alema Îslamê û hemî mirovayetiyê bibe sedema xêrê."

Serok Erdogan: "Em ji 59 welatan 25 hezar welatiyên xwe yên din tînin welêt."

Erdogan: "Înşallah emê zora nexweşiya Kovîd-19ê ya ku bûye karesateke kurewî bibin û di dawiya ramazanê de emê 2 cejnan bikin."

Serok Erdogan: "Me nêzîka 40 hezar welatiyên xwe anîn welêt."

Erdogan: "(Kovîd-19) Li Tirkiyeyê ti welatiyekî me ji ber deriyê nexweşxaneyê nehatiye vegerandin, dermankirina ti nexweşekî nehatiye îhmalkirin."

Serok Erdogan: "(Kovîd-19) Hejmara nexweşên nû mirinan roj bi roj kêm dibe."

Erdogan: "Em ketin serdemekê ku êdî em encamên berceste yên wê têkoşîna ku me weke welat û gel li dijî koronavîrusê ajot, distînin."

Erdogan: "(Kovîd-19) Em bi serbilindî ji vê pêvajoya zehmet derketin."

Serok Erdogan: "Bi mebesta têkoşîna dijî şewbê me kelûpel şandin 55 welatan."

Serok Erdogan ragihand ku dê ji 1ê gulanê 3 rojan li 31 wîlayetan astengkirina derketina derve bê ragihandin.

Erdogan: "Em difikirn ku astengkirinên derketina derve yên dawiyê hefteyê heta piştî cejnê bidomînin."

Erdogan: "Ez ji dil û can bawerim ku li cîhana ku piştî qeyranê dê jinûve were sazkirin, emê bigihin wêdetira hedefên 2023yan."

Erdogan: "Weke dawîn emê kelûpelên alîkariya tibbî yên ku ji maske, sîperk, maskeyên N95, tulum û dezenfektanan pêk tê bişînin DYAyê."

Erdogan: "Ji Kampanyaya Em Besî Xwe ne Tirkiyeya me, milyarek û 850 milyon lîre hat komkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE