"Em ê bi Îtifaqa Cumhur ra Türkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan"

Serok Erdogan: "Em ê bi Îtifaqa Cumhur ra Türkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan û peyra jî bigihînin vîzyona 2053yan."

"Em ê bi Îtifaqa Cumhur ra Türkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê bi Îtifaqa Cumhur ra Türkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan û peyra jî bigihînin vîzyona 2053yan."

Erdogan di Kongreya Mezin a Asayî ya 7emîn a AK Partiyê da ku li Eywana Sporê ya Enqereyê hat kirin da axivî û bangî endamên partiyê kir. Serokê Giştî yê AK Partiyê ji hemû bajaran ra yek bi yek silav şand û ragihand ku kesên beşdarî kongreyê bûne nûnertiya Türkiye, hemû erdnigarî û tevahiya dinyayê dikin.

Serok û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ku siyaset divê bi tenê ji bo îro nebe û wiha domand: "Li gorî mefkûreya me divê siyaset ne tenê paşeroj bi îro ra jî sînorkirî nemîne û pêşeroj, siberoj û hêviyê jî di xwe da bihewîne."

Serok Erdogan ragihand ku ew ê meşa xwe ya bi Îtifaqa Cumhur ra bidomînin û wiha domand: "Em ê bi Îtifaqa Cumhur ra Türkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan û peyra jî bigihînin vîzyona 2053yan."

Di axaftina xwe da Serok qala çand û mîrateyên gel kir û got: "Gelê me yê dewleta xwe ya bi sedsalan 3 parzemîn û 7 îqliman îdire kiriye, ji ber ku 7 dewel mîna qijikên cendekan bi ser da kom bûn wenda kir. Kesên hiqmeta serkeftinê di rih û wicûdê Sirûda Neteweyî da digerin beriya her tiştî bira li vê derê mêze bikin. Kesên dewlet û gelê me her gav di nav pirsgirêkên navxweyî da dihêlin û du sedsalên dawên e li dervayî guherînên bingehîn dihêlin dîsa li pey heman lîstikê ne. Lê wê îcar bi ser nekvin. Lewra niha Türkiyeyeke cuda heye."

Erdogan ragihand ku ew dixwazin bigihîjin armancên xwe yên 2023yan û wiha pê da çû: "Em armancên xwe yên 2023yan dikin destpêkeke nû û Türkiyeyeke hêzdar û mezin ava dikin ku sedsala 21an û piştî wê di xwe da bihewîne. Em amadehiyê dikin ku nobeda medeniyeta ku wê mirovahiyê bigihîne hişmendiya rêvebiriyeke kurewî ku heq, hiqûq û edaletê diparêze, dewr hildin. Di heyameke dîrokî da ku teknolojî ber bi dinyayeke bêmirov da diçe em talibê wê berpirsiyariyê ne ku pêşengiya pergaleke dinyayê ya nû bikin ku li ser xweşiyên fitrî yên însanan ava bikin."

Serok Erdgoan bal kişand ser mijara perwerdehiyê jî û got: "Di sala 2002yan da gava me desthilatdariyê hilda budçeya perwerdeya neteweyî 7,5 milyar lire bû, di sala 2021ê da me derxist 147 milyar lireyî."

Serok Erdogan destnîşan kir ku ew dixwazin Türkiye li herêmê û dinyayê bibe ji welatên sereke û hemû hewl û xebatên xwe jî bi vê armancê didomîne.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Mezin ya 7emîn ya Asayî da 1428 rayên qebûlkirî bi temamî hilda û dîsa ji bo Serokatiya Giştî ya AK Partiyê hat hilbijartin.

Kongreya Mezin ya 7emîn ya Asayî ya AK Partiyê li Salona Sporê ya Enqereyê çêbû û encamê hilbijartina serokatiya giştî hat eşkerekirin.

Serokê Dîwana Kongreyê Alî Îhsan Yavuz daxuyand 1431 ray hatin bikaranîn ku ji van 3 ray hatin betalkirin û 1428 ray hatin qebûlkirin.

Yavuz got Erdogan 1428 rayên qebûlkirî hemû hildan û dîsa ji bo Serokatiya Giştî ya AK Partiyê hat hilbijartin.

Lijneya Biryar û Rêvebiriyê ya Navend a ku ji 75 endaman pêk tê jî bi bi heman raydayînê va hat diyarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE