"Emê bi Trump re mijara Minbîcê biaxivin"

Serok Erdogan : Înşallah emê bi Birêz Trump ra li Arjantînê li ser Minbîcê biaxivin."

"Emê bi Trump re mijara Minbîcê biaxivin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan beriya here Buenos Airesa Arjantinê ku beşdarî Civîna Serokan a G20an bibe li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan got di vê civîna ku serokatiya wê Arjantîn dike da mijarên sereke dahatûya jiyana xebatê, ji bo pêşketinê binesazî û dahatûya xarina berdewamî ye, di nav salê da 12 civîn çêbûne û gelek xebatên teknîkî hatine kirin.

- "Emê bi Trump ra mijara Minbîcê biaxivin"

Erdogan got di hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra mijara Îdlibê hatiye axaftin û wiha dewam kir: "Em li ser Idlîbê axivîn. Hefta çûyî Wezîrê me yê Parastinê û Serokê me yê MÎTê li Moskovayê bi muxatabên xwe ra li ser van mijaran bi berfirehî axivîn. Li wir çi divê bê kirin, ev mijar hat axaftin. Mijara din jî Minbîc e. Der barê vê mijarê da jî Înşallah emê bi Birêz Trump ra li Arjantînê biaxivin. Li ser telefonê bi awayekî berfireh me xeber neda, me got emê li Arjantînê bi berfirehî biaxivin. Li Arjantînê bi Birêz Trump ra emê van mijaran biaxivin."

Rojnamevanekî ji Erdogan pirsî û got "Serokê Rûsyayê Putîn der barê firotina S-400an da daxuyaniyek da û got ew bi dolarê va nehatiye firotin. Got kirîn û firotin wê bi dolarê neyê kirin. Heke bi dolarê va nehatibe firotin, bi çi va hat firotin? Ruble an bi lireyê Tirkiyeyê? Biryareke hevpar çawa hat dayîn?"

Li ser vê pirsê Erdogan got dema wan dest bi vî karî kiriye her tim daxwaz ew bûye ku bi pereyê neteweyî ev bazirganî bê kirin, lê hê biryareke hevpar nehatiye dayîn.

Erdogan got heta dawiya 2019an S-400 wê bên teslîmkirin û heta wê rojê jî bi xebatên hevpar ên Bankayên Navendî û Wezîrên Xezîne û Maliyeyê yên herdu aliyan va ev daxwaz bê cih.

Piştî daxuyaniyê Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Serokan a G20an bibe çû Arjantînê.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 10:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE