"Em bibiryar çavkaniyên Tirkiyeyê bi hawirdorên ku ji kaniya qrîz û kaosê avê vedixwin nedin xwarin"

Serokomar Erdogan: "Em bibiryar in ku rizqê miletê xwe, çavkaniyên Tirkiyeyê bi hawirdorên ku ji kaniya qrîz û kaosê avê vedixwin nedin xwarin."

"Em bibiryar çavkaniyên Tirkiyeyê bi hawirdorên ku ji kaniya qrîz û kaosê avê vedixwin nedin xwarin"

Serok Erdogan:  "Em bibiryar in ku rizqê miletê xwe, çavkaniyên Tirkiyeyê bi hawirdorên ku ji kaniya qrîz û kaosê avê vedixwin nedin xwarin."

"Ez hêvî dikim ku Tirkiye Sîgorte sektora me ya sîgorteyê di reqabeta kurewî da derxe lûtkeyê."

 "(Tirkiye Sîgorte) Fealiyetên 6 saziyên me yên kevnar ên sermaya qamûyê ku hevdu temam dikin, di bin heman sîwanê da hatin berhevkirin ku ev yek dê berhemdariya van şîrketan zêde bike, maliyetê kêm bike û dînamîzmeke nû bide sektorê."

 "(Şewba Kovîd-19ê) Rast e ku tesîra neyênî ya vê pêvajoya li me jî kir, lê li gor welatên din em serkeftî bûn û me ev tesîr di asta asxarî da hişt."

 "(Kovîd-19) Şûna ku em biryarên bilez ên dûrî rastiyên Tirkiyeyê û yên ku maliyeta wê ya ji bo civakê nehatiye hesabkirin bidin, me bi awayekî mutedil pêvajo bi rê va bir."

 "Di seranserê dîrokê da kesên ku zenda welatê me di qada dîplomasî, parastin û eskeriyê da daneynîne erdê, weke çek timî ji aliyê aboriyê va êrîş kirine."

 "Di vê serdemê da ji dawet û merasimê xwarinê dûr bisekinin. Werin em bi merasimê mehrê van tiştan bikin û vê serdemê li dû xwe bihêlin."

 "Kesên ku li pişt deriyan bi IMFyê ra ketin nav bazariyan, em ê tu wextî destûrê nedin ku ew careke dinê Tirkiyeyê vegerînin rojên berê."

 "Welatê me bi qadên din dê di aboriyê da jî bihêz bibe û vê pêvajoya şewbê li dû xwe bihêle. Ji bo vê yekê hemû ferdên miletê me divê bi seferberiyeke temam pabendî tedbîran bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE