"Em bibiryar in ku birînên birayên xwe yên Îzmirî beriya serma û baran dest pê bike, bipêçin"

Serok Erdogan: "Em bibiryar in ku birînên birayên xwe yên Îzmirî yên ji erdhejê zirar dîtine beriya serma û baran dest pê bike, bipêçin."

"Em bibiryar in ku birînên birayên xwe yên Îzmirî beriya serma û baran dest pê bike, bipêçin"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Samsunê beşdarî Kongreya Bajêr a Asayê ya 7emîn a Samsunê ya partiya xwe bû û li wir axivî.

Erdogan silav da kesên hatine kongreyê û wisa dest bi axaftina xwe kir.

- "Ji vê keliyê pê va 58 kesên me wefat kir û 896 birîndarên me hene"

Erdogan behsa erdheja li Îzmirê ya ku roja înê çêbû kir û wiha got: "Ji vê keliyê pê va 58 kesên me wefat kir û 896 birîndarên me hene. Qasî 200 birîndar tên dermankirin, yên mayî hatin tabûrcîkirin."

Serok Erdogan ji kesên mirine got rehma Xwedê li wan be û ji bo erdhejzedeyên di erdhejê da zirar dîtine jî got ewê alîkariyê bikin.

- "Em bibiryar in ku birînên birayên xwe yên Îzmirî beriya serma û baran dest pê bike, bipêçin"

Erdogan anî ziman wek di erdhejên din da ew çawa alîkariya welatiyan dikin ewê alîkariya erdhejzedyên Îzmirî jî bikin û wiha dewam kir: "Em bibiryar in ku birînên birayên xwe yên Îzmirî yên ji erdhejê zirar dîtine beriya serma û baran dest pê bike, bipêçin."

- "Ewê nikaribin bi aboriyê va jî Türkiyeyê têk bibin"

Serok Erdogan got ewê ji aliyekî va prisgirêkên navxweyî yên welêt çareser bikin ji aliyê din va jî ewê li herêmê projeyan bikin rewacê û wiha dewam kir: "Em di vê mijarê da kêfxweş in û bihêvî ne. Me alavên ku ji bo welatê me li gor dilê xwe bi rê va bibin yek bi yek ji destên wan hilda. Di heyama rêvebiriya me da jî wisa tevgeriyan lê têk çûn.Türkiyeyê bi wesayetê va dîl negirtin, bi terorê va çok li Türkiyeyê nedan vedan, bi darbeyê va Tirkiyeyê hilneweşandin, bi dorpêçkirin û ambargoyan va qeyd û bend lê nexistin wê nikaribin bi aboriyê va jî têk bibin."

Erdogan got ewê ji bo serkeftina Türkiyeyê tim bixebitin û wiha axivî: "Têkoşîna ku em didin, dema ku me gîhand serkeftinê, Türkiye wê wek siyasî û aborî di nav herî mezinên dinyayê da wê cih bigre."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE