"Em biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê şermezar dikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Em biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê şermezar dikin"

"Em biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê şermezar dikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bona biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê wiha got: "Em biryara ku bi mutefîqî û rastiyên eskerî û polîtîk ra li hev nakin, şermezar dikin."

Akar der barê biryara mueyîdeyên S-400î da ku Amerîkayê dijî Tirkiyeyê hilda daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bona biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê diyar kir biryara ku bi mutefîqî û rastiyên eskerî û polîtîk ra li hev nakin, şermezar dikin û wiha got: "Biryara mueyîdeyan zirarê daye hemû nirxên îtifaqa di navbera dewletên me da."

Akar destnîşan kir mueyîdeyên dijî dewleteke endamê NATOyê ji xeynî zirara ku dide mutefîqiyê eşkere ye ku ji kokê da zirarê daye pêbaweriya di navbera mutefîqan da û wiha axivî: "Em ê bi biryardarî û bi cehd xebatên ji bona parastina ewlehiya gelê xwe yê esîl û welatê xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE