"Em biryardar in, em ê vî karî jî kuta bikin"

Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî Lijneya Giştî ya Asayî ya 14emîn ya Hak-Îşê bû û li vir axivî.

"Em biryardar in, em ê vî karî jî kuta bikin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê guherîna di Bankeya Navendî da hat kirin wiha axivî: "Heke Bankeya Navendî di polîtîkayên aboriyê da rola ku me jê hêvî dikir bi heqî bi cih bianiya, pêdivî bi guhertineke wiha nedima." 

Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî Lijneya Giştî ya Asayî ya 14emîn ya Hak-Îşê bû û li vir axivî.

Serok Erdogan  der barê bêkariyê da wiha axivî: "Bi karsazan ra heger em bigihêjin hedefa xwe ya îstixdama nû ya 2,5 milyonî bawer dikim wê bêkarî careke din kêm bibe."

Erdogan diyar kir niha hin kes pêşniyaza IMFyê li wan dikin û got ku ew derî hatiye girtin û ji bona me êdî IMF tuneye.

Serok Erdogan destnîşan kir wê him di nav xwe da reformên bingehîn bikin û him jî li hember tesîrên ji derva tên xurt bibin û bi hev ra van pêvajoyan li paş xwe bihêlin û got ku wê çaxê em ê polîtîkaya xwe ya deyn bi awayekî adil û li ser bingeheke domdarî bimeşînin.

Erdogan destnîşan kir ji ber kar û barên daristanê û şewatên di daristanan da derdikevin pêwistiya bi karkeran zêde ye û got ku loma jî dema karkerên demkî 4 meh hat dirêjkirin.

Serok Erdogan der barê guherîna di Bankeya Navendî da hat kirin wiha axivî: "Heke Bankeya Navendî di polîtîkayên aboriyê da rola ku me jê hêvî dikir bi heqî bi cih bianiya, pêdivî bi guhertineke wiha nedima. Di mijara 'faîzê' da ku sedema hemû xirabiyan e û di polîtîkayên pere da hevalê me yê berê guh nedida telîmatan, loma jî guherîneke wiha hewce dikir. Niha kî diparêze? Bala xwe didimê kesên faîzê dixwazin diparêzin."

Erdogan der barê polîtîkayên faîzê da diyar kir hûn ê di demeke kurt da bibînin ku wê polîtîkaya wan ya faîzê çawa dimeşe.

Serok Erdogan diyar kir di dîroka Komara Tirkiyeyê da reformên rêvebiriyê yên herî girîng hatin kirin û got ku em ê firsendê nedin kesên ku dixwazin derbeyê lêxin.

Erdogan der heqê enflasyonê da destnîşan kir divê enflasyonê daxin binê dehan û wiha peyivî: "Em ê di vê da jî serkeftî bin. Wekî din çareya vê, îzaha vê tuneye. Lê dibe ku hin faîzkarên li Tirkiyeyê, filankes bêvankes ji vê aciz bibin. Bira aciz bibin. Em biryardar in, em ê vî karî jî kuta bikin."

Serok Erdogan diyar kir wê hêlên zexim yên wezaret û saziyên xwe qewî bikin û kêmasiyan di demeke kurt da çareser bikin û got ku di bin banê Serokomariyê da me dest bi nirxandinê kiriye.

Erdogan destnîşan kir ji bo pêşxistina Pergala Hikûmeta Serokomariyê û ji bo serastkirina kêmasiyên wê li rê û rêbazan digerin.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE