"Em biryardar in ku bi Putîn û bi Zelenskiy ra biaxivin"

"Em biryardar in ku bi Putîn û bi Zelenskiy ra biaxivin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir biryardar in ku bi birêz Viladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê û bi birêz Viladimîr Zelenskiyê Serokê Dewleta Ukraynayê ra biaxivin.

Erdogan di encama serdana xwe ya li Ozbekistanê da der barê rojevê da ji rojnamevanan ra axivî.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê navbeynkariya di navbera Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Em biryardar in ku bi birêz Putîn û bi birêz Zelenskiy ra biaxivin. Em ê ji herduyan ra jî bibêjin 'Êdî armanca me ew e ku em zûtir we bînin cem hev'."

Erdogan der barê mijara ku Putîn û Zelenskiy bên bal hev da destnîşan kir hêvî dikin ku ji bona bên bal hev demek bê diyarkirin û got ku em amade ne ku ji bona hevdîtina serokan mazûvaniyê bikin.

Serokomar Erdogan ji bona meseleya garantoriya di navbera Rûsya û Ukraynayê da wiha axivî, "Ji bona pêkanîna ewlehiya Ukraynayê dibe ku em bibin dewleta garantor, em erênî lê dinihêrin, lê divê hûrgilî eşkere bibin."

Erdogan di berdewamiyê da got di vê pêvajoyê da bi baweriya birêz Putîn û birêz Zelenskiy ya bi Tirkiyeyê heger em meseleyê çareser bikin em ê kêfxweş bibin.

Serokomar Erdogan ji bona hevdîtina bi Naftalî Benettê Serokwezîrê Îsraîlê ra wiha got, "Piştî meha Remezanê heger bi Bennett ra biaxivim û demildest gav biavêjin wê pêvajoya hevkariya Îsraîl-Tirkiyeyê, nefta Rojhilatê Behra Sipî û xaza siruştî leztir bibe."

Erdogan balê kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ra û wiha peyivî, "Min jê ra got 'Bira Misilman di Eyda Remezanê da bi rehetî Mescida Eqsayê ziyaret bikin. Di vê meseleyê da bibin alîkar'."

Serokomar Erdogan der barê ewlehiya xwarin û xurekê da wiha axivî, "Di warê ewlehiya xwarin û xurekê tu tengasiya me tuneye. Bira welatiyên me di vê meseleyê da bi xeberên şaş û derew bawer nekin."

Erdogan li ser pirsa der barê turîzmê da wiha got, "Em dixwazin ji dewletên cuda turîst bên. Wezareta Çand û Turîzmê dixebite. Em dixwazin di warên cuda da kêmasiyan temam bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE