“Em biryardar in ku dibistanên xwe vekirî bihêlin û perwerdeya herî baş bidin”

“Em biryardar in ku dibistanên xwe vekirî bihêlin û perwerdeya herî baş bidin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em biryardar in ku dibistanên xwe vekirî bihêlin û zarokên me bi hevalên xwe ra perwerdeya herî baş hildin."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Merasima Tayînkirina Mamosteyan ya 2021ê da axivî ku 20 hezar mamoste tên tayînkirin.

Serok Erdogan got ku bi mamsoteyên ku wê niha bên tayînkirin dê hejmara mamosteyên me yên ku li dibistanan li ser wezîfeyê ne derkeve milyonek û 137 hezarî û wiha pê da çû, "Em însanên xwe yên li gor serdemê di warê qabiliyet û zanînê da pêşva çûne ji bo aborî, civak û demokrasiya xwe mîna lokomotîfê dibînin."

Erdogan diyar kir li Ewropayê di 20 salên dawîn da dewleta ku miaşên mamosteyan herî zêde baş kiriye Tirkiye ye û wiha axivî, "Mîna di hemû waran da di warê perwerdeyê da jî Tirkiye bû dewleteke wisa ku pirasiya kêmasiyên binesaziyê çareser kiriye. Ji niha û pê va divê em bala xwe bidir ser zêdekirina kalîteya perwerdeyê. Ji bona vê jî di serî da mufredat divê em naveroka perwerdeyê baş bikin."

Serok Erdogan got em biryardar in ku dibistanên xwe vekirî bihêlin û zarokên me bi hevalên xwe ra perwerdeya herî baş hildin û wiha dewam kir, "Em ê hemû tevdîrên ku hewce dikin hildin û bihêlin roja duşemê zarokên me dest bi dibistanê bikin. Şewb hê jî didome, lê êdî luksa me tuneye ku em zarokên xwe ji dibistanê dûr bihêlin. Înşellah em ê dibistanên xwe hemû danan vekirî bihêlin û heyama perwerdeyê temam bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE