"Em biryardar in ku komara xwe bigihînin hedefên 2023yan"

"Em biryardar in ku komara xwe bigihînin hedefên 2023yan"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Wek mensûbên gelê qehreman ku dîroka wê bi serkeftinên binavûdeng tije ye, em birydardar in ku komara xwe bigihînin hedefên 2023yan."

Erkana dewletê ya di serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan da ji bona salewexta 98emîn ya îlankirina Komara Tirkiyeyê Anitkabîrê ziyaret kirin.

Piştî ku Serok Erdogan li serê Rêya Şêr ciyê xwe girt merasimê dest pê kir. Di merasimê da Serokê Meclisa Gel ya Mezin ya Tirkiyeyê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdarglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎyê Meral Akşener, endamên Kabîneya Serokkomariyê, serokên şaxên daraza bilind, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên artêşê jî ji Rêya Şêr derbas bûn 3u derketin mozoleyê.

Erdogan çelenga li serê hîv û sitêrk heye danî mozoleya Ataturk û di peyra rêzgirtin hat kirin û Sirûda Neteweyî hat xwendin.

Serok Erdogan û kesên pê ra derbasî Birca Mîsaqê Milî bûn û Erdogan Deftera Taynet ya Anitkabîrê îmze kir.

Erdogan destnîşan kir ku wek mensûbên gelê qehreman ku dîroka wê bi serkeftinên binavûdeng tije ye, birydardar in ku komara xwe bigihînin hedefên 2023yan.

Piştî merasimê Anitkabîr ji serdana welatiyan ra hat vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE