Serok Erdoğan li kulliyeya Serokkomariyê di civîna wîzyona pêşerojê ya Ford Otosanê de axivî .
ji axaftina Serok Erdoğan ;
"Em biryardar in ku Türkiyeyê li dinyayê bikin navendeke girîng ya hilberîna bataryayê"
"Li gorî baweriya min ev veberhênan wê di warê wesaîtên bi ceyranê dixebitin û bataryayên da qabiliyetên mezin bide endezyarên Tirkan."
"(Ford Otosan) Bi kapasîteya xwe ya îxracatê ev veberhênan wê feydeyeke mezin bide hevsenga me ya carî."
"(Şewba Kovîd-19ê) Sektora otomotîvê di vê pêvajoyê da ji 25 milyar dolarî zêdetir îxracat kir û di ticareta me ya da derva da dîsa ket rêza ewil."
"Di pêşerojeke nêzîk da em ê teknolojiyên wesaîtên otonom yên biaqil di jiyana xwe da bi berfirehî biemilînin."
"Di 10 salên pêşerojê da di warê hilberîna wesaîtên ticarî yên otonom û bi ceyranê dixebitin da li Ewropayê bibin yekemîn û li dinyayê jî bikevin nav 5 dewletên ewil."
"Em dixwazin him veberhênên wiha teşwîq bikin û him jî markaya xwe ya xwemalî pêşva bibin û li welatê xwe rê li ber rewşa reqabetê vekin."AA