"Em biryardar in welatên xwe ji koma rîskê dû bixin"

Erdogan: "(Kovîd-19) Mebesta me ew e ku em hejmara pêketiyan jî wefatan jî daxin xala isfirê. Em biryardar in welatên xwe ji koma rîskê dû bixin."

"Em biryardar in welatên xwe ji koma rîskê dû bixin"

SeroKk Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê axivî.

Erdogan derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Mebesta me ew e ku em hejmara pêketiyan jî wefatan jî daxin xala isfirê. Em biryardar in welatên xwe ji koma rîskê dû bixin."

Erdogan: "Sibe dê 926 gencên me yên di hîmayeya dewletê de digel 274 xizmên şehîdan, gazî û xizmên gaziyan dê bi rêya pişkavêtinê li li saziyên kamûyê bên bi cih kirin.

Erdogan: "Em mîada sûdwergirtina ji Peredayina Xebata Kurt bo mehekê din dirêj dikin. Bi vê re peywendîdar dê piştevaniya neqdê jî meheke din bidome."

Erdogan: "Take xwesteka me ji gelê me ew e bila di vê pêvajoyê de digel pabendbûna bi rênimayan, xwedî li karê xwe û welatê xwe derkevin."

Erdogan: "Qenaeta hevpar a li hindur û derve ew e ku dê Tirkiye piştî şewbê jinûve saz bibe û bibe welatekî stêr ê dinyayê."

Erdogan: "Tifaqa Cumhûr, ji bo dîroka siyasî ya Tirk bûye modêleke yekîtiya hêzê û piştevaniyê ku bi pîtên zêrîn bê nivîsandin."

Erdogan: "Em li ser rêveberiya baroya firewan disekinin. Parlementerên hevalên me derbarê vê mijarê de sibe teklîfa xwe didin."

Erdogan: "Em biryardar in ku pêkhateyeke nû ya baroyê lu hê demokratîk, hê firewan, asta wê ya temsîlê zêdetir be, çêkin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE