"Em biryardarin ku hêlînên terorê yên li rohilatê Feratê paqij bikin"

Serok Erdogan got, "Di rojeva me de rohilatê Feratê heye. Em biryardarin ku hêlînên terorê yên li rohilatê Feratê paqij bikin."

"Em biryardarin ku hêlînên terorê yên li rohilatê Feratê paqij bikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Selçukluyê beşdarî şîva Serokatiya Wîlayeta Konyayê ya AK Partiyê bû û gotarek pêşkêşî beşdaran kir.

Serok Erdogan got, "Bûyerên ku li Sûriyeyê û li rojhilatê Deryaya Spî qewimîn, ji bo welatê me pirsa beqayê ye. Tirkiye dê ji dûr ve temaşayî van bûyeran neke. Di rojeva me de rohilatê Feratê heye. Em biryardarin ku hêlînên terorê yên li rohilatê Feratê paqij bikin."

Erdogan wiha jî got, "Ti kes nikare îradeya ku ji sindoqê derket pêşkêşî baronên terorê bike. Ti dewletek, çavpoşiyê ji wê yekê re nake ku şaredarî ji terorîstan re bibin hewşa piştxanî. Di çavê me de siyaset, pêşbirka xizmetê ye ji bo welat û gel. Ne pêşbirka fitne û fesadiyê ye."

Erdogan balkişand ser wê yekê ku di rêwîtiya wan de hinekan ji ber ku meqamên xwe ji dest dan, nefsa wan zora wan bir û wiha got, "Ême baweriya me ew e ku tekane xwedanê vê serkeftinê û vê qederê Xwedê ye. Em bi vî şiklî di rêya xwe de berdewam in. Emê qet razî nebin ku di bin vî banê pîroz de, agirê fitneyê bê dadan ku Xwedê dibêje; "ji kuştinê xirabtir e. Ewê ku li ser kaxizê endamên me ne lê dilê xwe û rêya xwe ji me guherandine, emê wana ji xwe veqetînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE