"Em biyardar in ku ji ciwanên xwe ra ji bo 2053yan Turkiyeya hêzdar û mezin bihêlin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya Nexweşxaneya Rewşa Acîl ya Prof. Dr. Ferîha Oz ya Sancaktepeyê da axivî.

"Em biyardar in ku ji ciwanên xwe ra ji bo 2053yan Turkiyeya hêzdar û mezin bihêlin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya Nexweşxaneya Rewşa Acîl ya Prof. Dr. Ferîha Oz ya Sancaktepeyê da axivî.

Erdogan der barê nexweşxaneyên li Sancaktepe û Yeşîlkoyê da got ku çêkirina herdu nexweşxaneyan fîrmaya Ronesansê hilda û berdêla yekê wan ji kîsê xwe da.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di heyameke ku li dinyayê li gelek dewletan ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pergala tenduristiyê têk çû da Turkiyeyê derfetên xwe yên heyî baş emiland û bi peydakirina derfetên nû jî hat asteke cuda û got ku ev nexweşxaneyên ku di warê tenduristiyê da asta Turkiyeyê nîşan didin wê xizmetê bidin her kesên ku li welatê me li şifayê digerin.

Erdogan diyar kir di vê pêvajoyê da baş fehm dikin nexweşxaneyên bajêr yên ku mixalefetê ew rexne dikirin çi qasî girîng in û di berdewamiyê da got ku ji bona Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî ya Turkiyeyê lêkolîn bikin ji çar aliyên dinyayê heyet tên serdana welatê me.

Serokomar Erdogan got ku piştî vîrusê hem tesîsên me yên tenduristiyê û hem jî sîgorteya me ya tenduristiyê ya giştî ew ê li dinyayê wekî model eleqeyê bikişînin.

Erdogan destnîşan kir ji niha va ji 190î zêdetir welatî daxwaz heye û got ku me heta niha ji 90î zêdetir welatî ra amûrên tenduristiyê şandiye.

Serokomar Erdogan diyar kir welat hatiye halekî wisa ku di her mijarê da bi biryardarî ber bi hedefên xwe va dimeşe û got ku înşellah hê gelek xizmet hene ku em ji welatê xwe ra bikin.

Erdogan destnîşan kir wê Turkiyeyê helbet bigihînin hedefên 2023yan û wiha got: "Îro di salvegera 567an da em biyardar in ku ji bo ciwanên xwe Turkiyeya hêzdar a 2053yan ya salvegera 600î bihêlin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE