"Em buxtanên Netanyahu yên dijî Artêşa Tirkiyeyê da red dikin"

Wezareta Parastina Neteweyî: "Em buxtanên bêmesned, ne rast û ne di cî da yên ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di eleyhê Artêşa Tirkiyeyê da gotin, red dikin."

Wezareta Parastina Neteweyî der barê buxtanên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yên ji bona Artêşa Tirkiyeyê da daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin buxtanên bêmesned, ne rast û ne di cî da yên ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di eleyhê Artêşa Tirkiyeyê da gotin, red dikin.

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir kesên mîna PKKya ku dergûşan dikuje xwîna zarokên Filistînî bi destê wan geriyaye nikarin artêşa Tirkiyeyê ku temînata aştiyê ye qirêj bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Artêşa Tirkiyeyê li hemû qadên operasyonê bûye destê şewqeta ku gel bîrê kiriye û li bendê ye û wisa jî dewam dike. Bi sedhezaran birayên me yên Kurd ên li Tirkiyeyê yan jî li welatên derdorê dijîn û xwe spartine welatê me jî şahidê herî girîng ê vê yekê ne."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 12:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE