“em cudatiyê naxin navbera insanan”

Erdoğan: Em ji bo xatirê Xwedê evdan hez dikim...

“em cudatiyê naxin navbera insanan”

Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener îdia kiribû ku serok erdogan kesên reyê xwe didin hdp’ê terorîst îlan kiriye. Serok recep tayyip erdoğan li mêrdînê bi tundî bertek nîşanî vê yekê da û got fedî bike, te qet terbiye nedîtiye. Erdogan got dixwazin bi nûçeyên nerast gelê me bixapînin. Her wiha got min parêzêrên xwe wezîfedar kirine û wiha pê de çû: Şerm bike. Min parêzerên xwe jî wezîfedar kirin. Karê min bi rêvebiran re ye ne bi gel re ye.

Di hedefa wî de Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener hebû.

“ Niha wan derewek kir. Qaşo min kesên deng dane HDP’ê wek terorîst îlan kiriye. Lê nêrîn ku kêr nayê vê carê dest bi derewan kirin. Meral Xanim şerm nake heya nake vê derewê dike. Niha ew bi van xeberên derew hewl didin ku gelê me bixapînin. Înşallah 31ê adarê wê bibe dawiya wan.”

Serok Recep Tayyip Erdogan li Mêrdînê bangî gel kir.

Vîdeoyên berdevkên HDP’ê da temaşekirin. Di wan vîdeoyan de berdevkên HDPê piştgiriyê didin rêxistina terorî PKK’ê.

Serok Recep Tayyip Erdogan: Ma qey li Tirkiyeyê herêmeke bi navê Kurdistanê heye? Ger ew zaf bixwaze li bakurê İraqê Kurdistan heye, bila biçe wê derê. Dibêje çi? Dibêje li pişt me YPG heye, PKK-PYD heye. Ma ev ne terorîst e? Ez vê yekê dibêjim. Li bal me jî gelê Mêrdînê heye, Xwedayê me heye.

Erdogan li ser yekîtî û biratiyê sekini û got: Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ebaza, Ereb hemû birayên min in û ez her kesî ji bo xatirê Xwedê hez dikim.

Xelkê Mêrdînê jî eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê da.

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE