''Em ê êdî li hember bêedebiya wan bêdeng nemînin''

Serok Erdogan got, ''Li hemberî bêedebiya wan êdî em ê huş nebin. Çi hewce dike em ê bersiva wan bidin."

''Em ê êdî li hember bêedebiya wan bêdeng nemînin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Serokên wan di axaftineke xwe da ji şexsê min ra, dîsa yekî din jî di axaftineke xwe ya di bin banê Parlamentoyê da ji şexsê min ra her cure heqaret kirin. Li hemberî bêedebiya wan êdî em ê huş nebin. Çi hewce dike em ê bersiva wan bidin."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî.

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan got ku heger li derekê rayên me ketibin û hejmara parlamenter û şaredarên me kêm bûbe em nikarin wekî ku tu tiştek nebûbe hereket bikin.

Erdogan destnîşan kir ji bona wan şerefeke mezin e ku kesên neyartiya welat û gelê wan dikin biheyirînin.

Serok Erdogan diyar kir Serokê Giştî yê CHPyê di hemû meseleyên neteweyî yên Tirkiyeyê da bi helwesteke veşartî, dijminane û xirabker radibe û wiha got: "Şermkirina vî zatê han a ji paşeroj û rehên xwe me eleqedar nake. Lêbelê em nikarin ji bo wê yekê riza nîşan bidin ku neheqiyê li dîroka gelê me û xatiraya ezîz a ecdadê me bike."

Erdogan destnîşan kir navê hewldana ku welatê xwe li hember sermayeya kurewî reşkirin û rêlibergirtina veberhênana derva bêbextî ye.

Serok Erdogan got ku em ê destûrê nedin rayedarên CHPyê yên bi awayekî bêexlaq û bêedeb ji cîgirseroka me Ozlem Xanimê ra bibêjin 'Vê jinikê bidin huşkirin' û wiha dewam kir: "Serokên wan di axaftineke xwe da ji şexsê min ra, dîsa yekî din jî di axaftineke xwe ya di bin banê Parlamentoyê da ji şexsê min ra her cure heqaret kirin. Li hemberî bêedebiya wan êdî em ê huş nebin. Çi hewce dike em ê bersiva wan bidin."

Erdogan destnîşan kir 2020 înşelah dê bibe saleke wisa ku faîz dê bêtir bikevin û wiha axivî: "Êdî bi dowîzê va deynkirin na, bi pereyê neteweyî va gav avêtin hewce dike, em zivirîn vê û em mecbur in vê serkeftî bimeşînin."

Serok Erdogan got ku ez bangî veberhênerên me dikim, fikarê nekin, biteredût nebin û ji kerema xwe di qada xwe da veberhênanên xwe bidomînin û wiha peyivî: "Gava em bûn hikûmet, heya gulana 2013an heya qurişa wê ya dawîn, 23,3 milyar dolar deynê IMFê ku me adeta di hemêza xwe da dîtibû dîsa me da û me ew defter girt. Niha karê me bi IMFê ra tuneye. Em têra xwe dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE