"Em dê nehêlin ku avê li nav şîr bixin"

"Endamên veşartî yên FETOyê bikevin kîjan şiklî û kîjan dirûvî bidin xwe, heta ne tenê bi ByLockê bi dûmanê jî bi hev ra bikevin têkiliyê em ê wan bibînin."

"Em dê nehêlin ku avê li nav şîr bixin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Ez bawer dikim ku daraza Tirkan di nav xwe da wê destûrê nede kesên ku avê li nav şîr dixin, em ê bi hev ra li ser vê meseleyê bisekinin û nehêlin ku avê li nav şîr bixin."

Gul li Balçovayê li otêlekê di Civîna Nirxandina Herêmê ya Wezareta Edaletê da axivî.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê şerê dijî FETOyê da wiha got: "Ez bawer dikim ku daraza Tirkan di nav xwe da wê destûrê nede kesên ku avê li nav şîr dixin, em ê bi hev ra li ser vê meseleyê bisekinin û nehêlin ku avê li nav şîr bixin."

Abdulhamît Gul destnîşan kir endamên veşartî yên FETOyê bikevin kîjan şiklî û kîjan dirûvî bidin xwe, heta ne tenê bi ByLockê bi dûmanê jî bi hev ra bikevin têkiliyê wê wan bibînin û got ku daraza Tirkan wê vê hereketa paqijkirinê bi serkeftî bidomîne.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir haya daraza Tirkan ji wan derdorên menfeetê heye ku di şerê dijî FETOyê da li pêş xuya dikin û bi rêbaz û terza FETOyê şerê tê dayîn tevlihev dikin û dixwazin menfeetê bi dest bixin û got ku em ê şerê dijî wan jî bidomînin, bira şik û gumana kesî jê tunebe.AA

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE