"Em daxuyaniyên Macron bi tundî şermezar dikin"

Kalin ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê 24ê Nîsanê wek Roja Bîranîna Komkujiya Ermeniyan îlan kir daxuyanî da.

"Em daxuyaniyên Macron bi tundî şermezar dikin"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Em daxuyaniya Macronê Serokomarê Fransayê ku 24ê Nîsanê wek Roja Bîranîna Komkujiya Ermeniyan îlan dike bi tundî şermezar dikin."

Kalin ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê 24ê Nîsanê wek Roja Bîranîna Komkujiya Ermeniyan îlan kir daxuyanî da.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê daxuyaniyên Macron da wiha got: "Em daxuyaniya Macronê Serokomarê Fransayê ku 24ê Nîsanê wek Roja Bîranîna Komkujiya Ermeniyan îlan dike bi tundî şermezar dikin."

Kalin destnîşan kir Macronê li welatê xwe di nav pirsgirêkên siyasî da ye ji bona siyaseta rojane bûyerên dîrokî dike amûr û got ku em vê red dikin.

Îbrahîm Kalin diyar kir îdiayên qaşo komkujiya ermeniyan hatiye kirin dereweke siyasî ye ku bi rastiyên dîrokê ra li hev nakin û bingehên wê yên hiqûqî tunene û got ku ji bona Tirkiyeyê hikmê wan tuneye.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE