"Em ê der barê kesên zirar dane ewlehiya hilbijartinê da gilîdar bibin"

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz:"Kesên qeydên wan tunene di nav kar da ne û ev karekî organîze ye. Ev tenê bi destên kesên ku dildarê CHPyê ne nehatiye kirin."

"Em ê der barê kesên zirar dane ewlehiya hilbijartinê da gilîdar bibin"

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz: "Kesên qeydên wan tunene di nav kar da ne û ev karekî organîze ye. Ev tenê bi destên kesên ku dildarê CHPyê ne nehatiye kirin."

Yavuz li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi nûnerên rojname, televizyon û ajansan yên Enqereyê ra hat bal hev.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yavuz der barê hilbijartina li Stenbolê da wiha got: "Di cetwelên rayan da ku bingehê vî karî ne 5 hezar û 388 bêmohr in, 694 bêîmze ne, 214 vala ne, 498 kêm in, 919 li serê reqam tunene û hezar û 335 cetwel jî kêmasî tê da hene. Di hilbijartinekê da ev hemû dibe? Xwezî CHP ji xwe bipirse?"

Yavuz destnîşan kir kesên qeydên wan tunene di nav da ne û ev karekî organîze ye û got ku ev tenê bi destên kesên ku dildarê CHPyê ne nehatiye kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz diyar kir Biryara Lijneya Hilbijartinê erênî be jî neyînî be jî hin gavên ku wê biavêjin hene û got ku em ê yeko yeko tesbît bikin û gilîdar bibin û wiha dewam kir: "Mafê tu kesî tune ku zirarê bigihîne ewlehiya hilbijartinê. Kî dibe bila bibe kurê bavê me jî be em ê gilîdar bibin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE