"Emê dest bi Qanal Stenbolê bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê beşdarî Civîna Nasandina 100 hezar Avahiyên Civakî bû.

"Emê dest bi Qanal Stenbolê bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê beşdarî Civîna Nasandina 100 hezar Avahiyên Civakî bû.

Erdogan behsa xebatên ku wê di sala 2002an da li 81 bajarên bê destpêkirin kir û got: "Di çarçoveya bernameya 2020î da em pêvajoya avakirina 100 hezar avahiyên civakî yên li 81 bajarî didin destpêkirin. Herî zêde di nav salekî an sal û nîvekî da emê avahiyan xilas bikin û teslîmê xwediyên wan bikin." 

Der barê projeya 100 hezar avahiyan da Serokomar Erdogan wiha agahî da: "Projeya van avahiyan wê li gor çanda taxên me yên kevneşopî yên ku tê da meydan, mizgeft, dibistan, bazar, park, cihên hêşînahî, cepheyên avahiyan û hemû taybetmendiyên wan hene va bêne avakirin. Bihayê veberhênana vê projeyê ya ku ji 100 hezar avahiyan pêk tê, nêzîkî 17 milyar û 300 milyon lire ye." 

"Heta 240 mehî wadeyê va wê bibin xwedî xanî"

Erdogan anî ziman kesên destteng ên aboriya wan nebaş e wê bikaribin xwedî avahî û wiha dewam kir: "Em wê derfetê tînin ku dikarin ji sedî 10 pêşin, yê mayîn jî bi teqsîtê va mehê ji 894 lireyî dest pê dike û heta 240 mehî qewlê wê heye bibin xwedî xanî. Em ê temîn bikin ku 100 hezar malbatên me yên destteng wekî ku kirê didin, bibin xwedî xanî."

Der barê projeyên avahiyan yên TOKÎyê da jî Erdogan wiha axivî: "Me negot li wir Kurd, filan derê jî Tirk dijîn. Me got li van deran welatiyên me dijîn."

"Emê dest bi Qanal Stenbolê bikin"

Ji bo xebatên Qanal Stenbolê jî Erdogan wiha got: "Em ê di demeke nêz da îhaleya wê bikin û dest bi Qanal Stenbolê bikin. Qanal Stenbol projeyek e ku wê geliyê ji felaketeke gelekî mezin biparêze. Dijî Qanal Stenbolê jî derketin. Şaredar got 'Qanal Stenbol ji vê derê ra nabe'. Tu rûnê karê xwe binihêre, tê bibînî ku wê çawa bibe. Ji bo ku hinek deynê xwe yên diyetê bidin efendiyên xwe yên ku destê xwe li pişta wan dixin, em vê projeya ku wê Tirkiyeyê pêş bixe nadin sekinandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE