"Em destekê didin her cure hewldanên ku xwedî li nirxên çandî û hunerî yên berê derdikevin"

"Li hember êrîşên binkol yên ku dixwazin her cure fehşîtî, bêexlaqî û tiştên marjînal bi navê hunerê asayî bikin divê em hemû derfet û îmkanên xwe seferber bikin."

"Em destekê didin her cure hewldanên ku xwedî li nirxên çandî û hunerî yên berê derdikevin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bona xwedî li kelepora çand, huner, dîrok û medeniyeta xwe derkevin û van nirxan hê paşva bibin çi bikeve ser milên me em ê bi dilsozî bikin."

Erdogan li hewşa Mizgefta Suleymaniyeyê di vekirina Bîenala Yedîtepeyê ya 2yemîn da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir destekê didin her cure hewldanên ku xwedî li nirxên çandî û hunerî yên berê derdikevin, li serê difikirin û dixwazin derbasî pêşerojê bikin û wiha got, "Di serî da nifşên nû ji bona kelepora me ya çandî û hunerî bigihêje hemû ferdên gelê me divê em xebatên bi vî rengî hê zêde bikin û bidomînin."

Erdogan diyar kir ji bona xwedî li kelepora çand, huner, dîrok û medeniyeta xwe derkevin û van nirxan hê paşva bibin çi bikeve ser milên wan wê bi dilsozî bikin û wiha axivî, "Li hember êrîşên binkol yên ku dixwazin her cure fehşîtî, bêexlaqî û tiştên marjînal bi navê hunerê asayî bikin divê em hemû derfet û îmkanên xwe seferber bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE