"Em ê destûrê nedin ku welatê me cardin vegere rewşa berê"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Tirkiyeyê di salên berê da ji çeteyên ku gorî kes û meşreban edalet disepandin zirareke mezin dît. Em ê destûrê nedin ku welatê me cardin vegere rewşa berê."

"Em ê destûrê nedin ku welatê me cardin vegere rewşa berê"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di merasima beşdar bû da got ku ew destûrê nadin ku Tirkiye vegere rojên berê û wiha pê da çû: "Tirkiyeyê di salên berê da ji çeteyên ku gorî kes û meşreban edalet disepandin zirareke mezin dît. Em ê destûrê nedin ku welatê me cardin vegere rewşa berê."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Peşkavêtinê ya Dozgerên Komarê û Hakimên Darazê da axivî.

Serok Erdoganm destnîşan kir hişmendiya ku îdia dike dinya ji 5an mezintir nîne û qedera dinyayê dikin nav lêvên dewletekê û mehkûm dikin hişmendî û mekanîzmayeke adil nîne û wiha got: "Niha em dikarin li Arakan, Libya, Filistîn û Qudsê behsa edaletê bikin? Kesên dibêjin em edaletê belav dikin tenê şîretan dikin û mirovahiyê dixapînin."

Erdogan diyar kir teşkîlata wan ya edaletê demekê di bin bandora hêzên wesayetê û çeteya bêbextiyê ya FETOyê da û ji hêla parêzeran va jî di bin êrîşa hin rêxistinên terorê da mabû û got ku ji bona saziyên darazê bikevin xizmeta gel û dewletê me têkoşîneke mezin da.

Serok Erdogan di xeberdana der barê rexneyên dijî darazê da û wiha got: "Serokekî giştî duh di komcivîna xwe da der barê mensûbên darazê da gotinên derîexlaq, ji edeb û însafê dûr û herî girîng jî derveyî mirovahiyê gotin."

Erdogan destnîşan kir navê rexneya ku ji hakiman ra dibêjin çete û hedef nîşan didin bêhedî, bêsiyanetî û bêexlaqî ye û wiha got: "Ez hişmendiya ku hiqûq û hiqûqnasan dema gorî wan be mezin dikin û dema biryarên dijî wan bidin biçûk dikin, şermezar dikim."

Serok Erdogan diyar kir Tirkiyeyê di salên berê da ji çeteyên ku gorî kes û meşreban edalet disepandin zirareke mezin dît. Em ê destûrê nedin ku welatê me cardin vegere wê rewşa xirab ya berê."

Erdogan destnîşan kir wisa bawer dike ku dê dîsa daraza Tirkiyeyê dersa herî baş bide kesên ku siyasetê ne ji bo xizmeta welêt û gel dibîne ji bo ku xwe li pêş aliyên marjînal xweş bikin, ji bo fikrên xwe yên sabît ên îdeolojîk bi cî bînin, bi xirecirê derkevin pêş wek amûrekî dibînin.

Serok Erdogan diyar kir tu endam û saziyeke darazê nikare gorî endamên partî, siyasetmedar û şexsan biryarê bide û got ku ez jî di nav da.

Erdogan wiha got: "Em vê bizanin ku birayekî me Selîmekî me şehîd dikeve lê ji paş wî va bi hezaran birayên me Selîm Kîraz tên."

Serok Erdogan bangî mensûbên darazê kir û wiha got, "Kesên ku van heqaretan li we dikin, rojekê pêdiviya wan wê bi edaletê çêbe û ev ê jî were pêşiya wan. Vaye wê demê bira ev çorsî bira ji bo hukmê we yê biedalet nebe asteng. Tirs û hewlên tirsandinê bira we tu carî netirsîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE