"Em di binê alaya Tirk da hatine dinyayê, em ê di binê vê alayê da bimirin"

Fatma Akkuşa dayik: "Zarokên me bi navbeynkariya HDPyê hatin revandin û teslîmî PKKyê kirin"

"Em di binê alaya Tirk da hatine dinyayê, em ê di binê vê alayê da bimirin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 462yem.

Fatma Akkuşa ku seba Songula keça xwe nobeta ewladan didomîne, got ku ewladên wan ji avahiya bajêr a HDPyê birin serê çiyê.

Akkuşê diyar kir, ew heta negihêje ewlada xwe, wê çalakiyê bi dawî neke û wiha dewam kir, "Zarokên me bi navbeynkariya HDPyê hatin revandin û teslîmî PKKyê kirin. Zarokên ku emrê wan di navbera 9 - 14an da ne, bêyî navbeynkarekî nikarin bi tena serê xwe herin. Keça min bi tena serê xwe nikaribû li navçeyê bigeriya. Ango keça min bi navbeynkariya wan birin. Wan keça min birin, bira ew bînin."

Akkuşê bangî keça xwe kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Ew der cihê we nîne. Ka li derdora xwe binihêrin hûn seba kê dixebitin, hûn çeka xwe dirêjî kê dikin. Keça min a Songul tu li ku derê bî, birevin werin. Em di binê alaya Tirk da hatine dinyayê, em ê di binê vê alayê da bimirin."

Şevket Bîngol jî seba Tuncayê kurê xwe yê ku 6 sal berê li Stenbolê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Bîngol jî got ku ew ewladê xwe ji HDP û PKKyê dixwaze.

Bîngol daxuyand ku HDPyê zarokên wan birin serê çiyê, lê ji HDPyê heta niha daxuyaniyek nedaye wan.

Bîngol got, "Wijdana wan (HDP) hebe, bira werin vê derê daxuyaniyekê bidin. Kurê min ji vê derê birin, ji Enqereyê neçû." û wiha dewam kir:

"Min dewetî Enqereyê dike. Li Enqereyê çi karê min heye? Bira parlamenterên HDPyê werin vê derê û li vir daxyaniyekê bidin me. Qelema zarokê min î 14 salî şikandin. Zarokên wan li ku derê ne? Zarokên wan li Amerîka û Ewropayê dixwînin. Nayên vê derê daxuyaniyekê nadin me, lewra cesareta wan tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE