Serok Erdogan: "Gava em amadehiyên xwe temam bikin înşellah em ê di demeke nêzîk da Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pêşkêşî Meclisê bikin."
"Tevî yên îro hejmara astengdarên di zemanê hikûmetên me da hatine tayînkirin derdikeve 63 hezar û 87an."
"(Qanûna Pîşeya Mamostetiyê) Di dîroka welatê me da em ê cara ewil ji bona mamosteyên xwe qanûneke berfireh û nû derxin."
"Me pergala ewlehiya civakî ya hemû welatiyên me dihewîne û li dinyayê ya herî berfireh e bi Tirkiyeyê da qezenckirin."
"Li navendên xwedîkirin û rehabilitasyonê yên dewletê êdî astengdarên me li benda dorê nasekinin."
"Bi saya polîtîkayên me yên teşwîqkirina îstixdamê heya roja îroyîn 384 hezar û xwîşk û birayên me yên astengdar kar dîtine."
Serok Erdogan: "Me amadehiyên ji bona Belgeya Vîzyonê ya Bêastengdarî ya 2030yî qedandin ku ev demek bû em li ser dixebitîn."
AA