"Em ê di demeke nêzîk da TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî derxin îhaleyê"

"Em ê di demeke nêzîk da TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî derxin îhaleyê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di demeke nêzîk da îhaleya TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî bikin."

Erdogan li Tersaneya Behrê ya Stenbolê di merasima vekirina keştiya TCG Ufukê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got me geşedanên girîng yên der barê projeyên taybet yên parastina xwe ya neteweyî da li pey hev dîtin û em bi destpêkeke xweş ketin sala 2022yan.

Erdogan destnîşan kir Tirkiye bi saya tiştên ku di warê pîşesaziya parastinê da kiriye li herêma xwe êdî dewleteke wisa ye ku lîstikên tên lîstin xera dike û bandora xwe nîşan dide.

Serok Erdogan diyar kir niha jî berê xwe dane fezayê û wiha axivî, "Di warê fezayê da jî der barê pergalên pekandin û pergalên moşekan da xebatên me yên pêşvabirinê didomin."

Erdogan diyar kir keştiya Ufukê li welat keştiya ewil ya îstixbaratê ye ku bi qabiliyeta endezyariyê ya neteweyî hatiye çêkirin.

Serok Erdogan got ku welatê me li dinyayê di nava 10 dewletan da ye ku keştiya xwe ya şer disêwirîne, çêdike û îdare dike.

Erdogan diyar kir ku hetanî niha 180 platformên behrê îxracî 25 dewletan kirine.

Serok Erdogan destnîşan kir ku wê di demeke nêzîk da îhaleya TF-2000a muhrîbê ku keştiya parastina esmanî ye dê bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE