"Em di konên mezinahiya wan 4x5 mêtroya da dijîn"

Li Îdlibê sivîlên di konan da dijîn ji ber germa ku digîhêje 40 pileyî zehmetiyê dikşînin

"Em di konên mezinahiya wan 4x5 mêtroya da dijîn"

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê sivîlên mecbur mane terka malên xwe bikin û xwe spartine konbajaran di vê germê da hundirê konbajaran da hewl didin bijîn.

Germa ku li hemû dinyayê zêde ye, li bakurê Sûriyeyê jî her wisa zêde ye, tesîrê li ser sivîlên ji ber êrîşên rejima Esed û piştgirên wî reviyane xwe spartine konbajaran dike.

Li Îdlibê germahiya hewayê digîhêje 40 pileyî û 3-4 milyon sivîlên di konan da dijîn him ji ber germê û him jî ji ber kêmasiya avê û tunebûna ceyranê gelek zehmetiyan dikşînin.

"Em rojên zehmet dijîn”

Ebdurrehman Raadê xwe spartiye Kampa Azrakê daxuyand ew ji ber germê aciz in û benda alîkariya xêrxwaz û saziyên civakî yên sivîl in.

Raad wiha axivî: "Em di konên mezinahiya wan 4x5 mêtroyan da dijîn. Di van konên ser wan bi plastîkê va hatiye nixumandin da em nikarin havînê xwe ji germê û zivistanê jî xwe ji sermayê biparêzin. Ceyran tune, ji ber vê perwane jî naxebite. Em difetisin, em rojên zehmet dijîn."

"Ji bo zarok hênik bibin em serê wan dişon"

Meryem Sattufa 3 sal berê ji başûrê Îdlibê ji ber êrîşan koç kiriye jî got konên ku ew tê da dijîn nebaş in.

Sattufê got, zarok, kal û pîr ji ber germê nikarin li ber xwe bidin û wiha axivî: "Ji bo zarok hênik bibin em serê wan dişon. Germahiya hewayê ji 40 pileyî zêdetir e. De hûn bifikirin jiyaneke di konene laylon da çawa ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE