"Em di nav têkoşînekê da ne ku wê aştî û hizûrê bîne herêma me û dinyayê"

Serok Erdogan li Stadyuma 12ê Sibatê di Kongreya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê ya Kahramanmaraşê da axivî.

"Em di nav têkoşînekê da ne ku wê aştî û hizûrê bîne herêma me û dinyayê"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Li axa Anadoluyê ku wekî sed sal berê dixwestin me ji holê rakin em di nav têkoşînekê da ne ku wê aştî û hizûrê bîne herêma me û dinyayê."

Erdogan li Stadyuma 12ê Sibatê di Kongreya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê ya Kahramanmaraşê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got  li axa Anadoluyê ku wekî sed sal berê dixwestin me ji holê rakin em di nav têkoşînekê da ne ku wê aştî û hizûrê bîne herêma me û dinyayê.

Erdogan diyar kir çiqlên ku hişk bûne çiqas bên pejikandin wê hê xurttir ber bi armancên xwe va bimeşin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir dijî teror û terorîstan têkoşîneke cuda dane û got ku me dev jê berneda û tevî esker û polêsên xwe vê têkoşînê da û dawiyê da jî em bi ser ketin.

Erdogan diyar kir vê sibehê bi Îlham Eliyevê birayê xwe ra axiviye û got ku piştî ku qala geşedanên erênî kir ez kêfxweş bûm, înşellah em nêzî serkeftinê dibin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir xelkê Azerbeycanê 30 sal ji axa xwe ya hatiye dagirkirin dûr ketin û wiha got: "Lê înşellah niha wê bigihêjin axa xwe ya hatiye dagirkirin." 

Erdogan diyar kir zalim û bêbext ji wan hez nakin û wiha axivî: "Ji ber ku me pergala kesên ku sed sal e bi paxavpênekirî pergala bêedaletiyê dimeşînin xera kiriye ji me hez nakin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di 15ê mehê da wek Îtifaqa Cumhur wê bi birêz Devlet Bahçelî ra li Qibrîsa Bakur bin û got ku piştî merasiman em ê li Meraşa Girtî bi hev ra piknîkê bikin.

Erdogan destnîşan kir heger teslimî derbekaran bibûna wê kes li wan hêrs nebûna û got ku heger mîna ku CHP dibêje me ji IMFyê deyn bixwesta wê tu kesî ji me ra tiştek negota.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku em ê him têkoşîna xwe bidomînin, him berdêla wê bidin û him jî dev ji armancên xwe bernedin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE