"Em di pîka duyem a pêla yekema vîrusa koronayê de ne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca: "Em di pîka duyem a pêla yekema vîrusa koronayê de ne, bêbalbûna di cejn û dawetan de em anîn vê radeyê."

"Em di pîka duyem a pêla yekema vîrusa koronayê de ne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê civîna çapemeniyê li dar xist.

Koca got, "Em di pîka duyem a pêla yekema vîrusa koronayê de ne, bêbalbûna di cejn û dawetan de em anîn vê radeyê. Hejmara nexweş û miriyan herwekî li cîhanê hemî zêde dibe li welatê me jî zêde dibe. Nexweşî zêde dibe û didome. Vîrus roj bi roj diçe zêdetir kesan. Em her roj hejmara xwe ya testan zêde dikin. Hejmara nexweşên me yên nû kêm nabe."

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Heta nuha 29 hezar û 865 xebatkarên me yên tendirustiyê tûşî vîrusê bûne. 52yan ji wan canê xwe ji dest dan."

Koca anî ziman ku di warê Kovîd-19 wîlayetên weke Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Erzurum, Sêwas, Kayserî hê jî di nava wîlayetên rîskdar de ne. û wiha pê de çû:

"Me karî em hejmara nexweşan li Gazîentabê ji sedî 52, li Şanliurfayê ji sedî 59, li Diyarbekirê ji sedî 49, li Mêrdînê ji sedî 61 daxin jêrtir. Li seranserê welêt rewş di bin kontrolê de ye. Li Stenbol, Trakya û Egeyê zêdebûneke berbiçav nîn e. Li mixabin li Anadoluya Navend û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêdebûn heye. Di serdema dawîn de wîlayeta ku herî pir zêdebûn lê heye Enqere ye. Car bi car ji ber zêdebûna nexweşan li wîlayetên me yên weke Mêrdîn, Gazîentab, Şanliurfa û Batmanê kêşeya nexweşxaneyan çêbû. Bi midaxeleya xurt kêşe çareser dibin."

Wezîr Koca ji bo fîlyasyonê jî got, "Li Konyayê 460, li Şanliurfayê 200, li Mêrdînê 111, Li Diyarbekirê 370, li Erzurumê 207, li Îzmîrê 350, li Kayseriyê 120 ekîb li saheyê ne."

24 saetên dawîn

Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 1596 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin û 45 kesan canê xwe ji dest dan,

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 107 hezar û 927 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 355 hezar û 862yan.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1596 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 273 hezar û 301ê.

Di 24 saetên dawîn de 45 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 462yan.

Bi rehetbûna 947 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 246 hezar û 876an.

Hejmara nexweşên rewş giran bû 1017, rêjeya zaturreyê di nexweşan de weke ji sedî 7,6 hat tomarkirin.

- "Hejmara nexweşên rewşgiran di ser 1000î re ye"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bi pêşniyaza Lijneya me ya Zanistên Civakî bi mebesta dirustiya ragihandina rêveberiya şewbê, ji îro pê de dê rojane û heftane agahiyên bi hûrgilî li ser navnîşana //covid19.saglik.gov.tr bên şopandin. Ezê pêşhatên giring li wêderê parve bikim. Îro 649 pêktiyên aktîf zêde bûn. Hejmara nexweşên rewşgiran di ser 1000î re ye. Pêdivê em bi sitendina tedbîran hezkiriyan biparêzin. Hêz di tedbîran de ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE