"Em di rêya jinavbirina êrîşên aboriyê da berdewam in"

Serok Erdogan: "Xwestin bi operasyonên nîvê şevê va aboriya me têk bibin. Bi îzna Xwedê em di rêya xwe ya jinavbirina vê êrîşê da jî berdewam in."

"Em di rêya jinavbirina êrîşên aboriyê da berdewam in"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Hedefa me ew e, Qendîla ku em wekî serkêş dibînin û Sîncara ku xwe amade dike bibe Qendîla nû, ji rêxistina terorê ya cudaxwaz safî bikin." 

Erdogan bi minasebeta vebûna Sala 2yemîn a Qanûndanînê ya Serdema 27emîn, li Meclisê xîtabî parlamenteran kir.

Serok Erdogan bal kişand ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê, qada peywirê ya qanûndanîn, birêvabirin û dadrêsê bêtir zelal û eşkere xêz dike, demokrasiyê xurt dike û wiha dewam kir, "Di vê pergalê da li hemberî gel tekane mixatabê birêvabirinê, Serokomar e."

Erdogan der barê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da bi berdewamî wiha got, "Helbet wekî her demeke guhertinê, dibe ku di vê pêvajoyê da jî hin pirsgirêk derkevin. Em destxwera midaxaleyî pirsgirêkên ku em tesbît dikin, dikin û em jê ra çareyê dibînin. Lêbelê guherîna di aboriyê da ya ku em bi tu awayî heq nakin û rastiyê nîşan nade, wisa dike ku pirsgirêkên bi vî rengî bêtir xuya bikin."

- Jinavbirina êrîşa dijî aboriyê

Serok Erdogan bal kişand ku Tirkiye ji kesî pere taleb nake û wiha pê da çû, "Hemû hewldana me ji bo wê yekê ye ku sermayeya navneteweyî li welatê me veberhênanê bike. Xwestin bi operasyonên nîvê şevê va aboriya me têk bibin. Bi îzna Xwedê em di rêya xwe ya jinavbirina vê êrîşê da jî berdewam in."

- Têkoşîna dijî terorê

Serok Erdogan di mijara têkoşîna dijî terorê da jî wiha got, "Hedefa me ew e, Qendîla ku em wekî serkêş dibînin û Sîncara ku xwe amade dike bibe Qendîla nû, ji rêxistina terorê ya cudaxwaz safî bikin." 

- Peywendiyên ligel Amerîkayê

Serok Erdogan der heqê peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê da jî wiha bal kişand, "Keşeyekî ku ji ber têkiliyên xwe yên tarî yên bi rêxistinên terorê ra tê darizandin dikin hincet û li dijî welatê me astengkirinan derdixin. Lêbelê em jî bibiryar in ku di nava sînorên dîplomasî û hiqûqê da bi vê têgihîştina xwar ra têbikoşin. Înşelah em hêvî dikin ku em ê di kurtedemekê da meseleyên di nava xwe da çareser bikin û em ê ligel Amerîkayê cardin di warên siyasî û aboriyê da li gorî rihê hevbeşiya stratejîk peywendiyan daynin."

- Peywendiyên ligel Rûsyayê

Serok Erdogan herwiha bal kişand ku ji bo xirabkirina peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê pir provokasyon hatin kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku navbera me û Rûsyayê xirab bikin jî gelek provokasyon hatin kirin. Wekî herdu alî, em aram û hêsa tevgeriyan û me pirsgirêk çareser kirin. Înşelah em ê di serdema pêşiya me da vê iqlîma erênî ya di navbera me û Rûsyayê da xurtir bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE