"Em di xwarin û xurekên sereke da KDVyê dadixin ji sedî 1ê"

Erdogan ji Qesra Wehdeddîn bi weşana zindî beşdarî Civîna Nasandina Tevdîrên Dijî Enflasyonê û Gavên Nû Yên Modêla Aboriya Tirkiyeyê bû ku Wezareta Xezîne û Darayiyê li Navenda Kongreyê ya Stenbolê li dar xist.

"Em di xwarin û xurekên sereke da KDVyê dadixin ji sedî 1ê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Di çarçoveya Bernameya Hêsankirina Pergala KDVyê da em di xwarin û xurekên sereke da KDVya ku ji sedî 8 e dadixin ji sedî 1ê."

Erdogan ji Qesra Wehdeddîn bi weşana zindî beşdarî Civîna Nasandina Tevdîrên Dijî Enflasyonê û Gavên Nû Yên Modêla Aboriya Tirkiyeyê bû ku Wezareta Xezîne û Darayiyê li Navenda Kongreyê ya Stenbolê li dar xist.

Serokomar Erdogan got ku di çarçoveya Bernameya Hêsankirina Pergala KDVyê da em di xwarin û xurekên sereke da KDVya ku ji sedî 8 e dadixin ji sedî 1ê.

Erdogan diyar kir biryar hatiye dayîn ku biryara ji bo ji nû va hesabkirina rêjeya KDVya li ser mal û xizmetan bikeve rewacê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir tiştên ku KDVya wan daketiye ji sedî 1ê di selika enflasyonê da zehf girîng in.

Erdogan got ku em di rêya xwe ya ku aboriya welatê xwe li ser veberhênan, îstixdam, hilberîn, îxracat û zêdebariyê carî mezin bikin da bi biryardarî dimeşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE