"Em dihêlin ku fiilen ucreta ku memûr jî distînin zêde bibe"

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

"Em dihêlin ku fiilen ucreta ku memûr jî distînin zêde bibe"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser nesitandina baca demxeyê û ya dahatê ji kesên xwedan ucreta esxerî û wiha got, "Em memûran jî dixin vê çarçoveyê û em dihêlin ku fiilen ucretên ku distînin zêde bibe."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Erdogan anî ziman ku ewê soza xwe ya ku gotibûn ewê xebatkarên xwe di binê behabûnê de neperçiqînin, tînin cih û wiha got "Em ji bo welatiyên ku dema teserrufên xwe bikar tînin ji ber bilindbûna kurê bi fikarin, alternatîfeke fînansî ya nû pêşkêş dikin. Dê ji nuha û pê de pêwistiya ti welatiyekî nemîne ku ji ber gotina 'dê kur zêdetir bibe' mewduatên xwe ji Lîreyên Tirkî bikin dovîz."

"Ji bo fîrmayên me yên îxracatkar dê rasterast ji aliyê Banka Navendî ve reqema kurê ya bi wade bê dayin"

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê asankarî ji bo fîrmayên îxracatkar bên kirin û got, "Ji bo fîrmayên me yên îxracatkar ku ji ber pêlpêlbûna kura dovîzan nikarin buhayan diyar bikin, dê rasterast ji aliyê Banka Navendî ve reqema kurê ya bi wade bê dayin. Em spotaja li ser dayinên temettu yên ku dê şirket bidin, dadixînin ji sedî 10an"

Erdogan ragihand ku dê wasiteyeke din bikeve dewrê ku dahata egerî ya dovîzê di heyiyên bi Lîreyên Tirkî de bimîne û bigihije.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo zêdekirina cazîbeya pergala malnişîniya takeyî, ewê rêjeya dayina dewletê ji sedî 5 zêdetir bikin û derxin ji sedî 30î.

Erdogan wiha pê de çû:

"Di binê balgehan de 5 hezar ton zêr heye ku nirxê wan digihije 280 milyar dolarî. Ji bo ew têkevin ser aboriyê dê bi hevparên wan ên li piyase wasiteyên nû bên çêkirin."

"Em dihêlin ku fiilen ucreta ku memûr jî distînin zêde bibe"

Serokomar Erdogan bal kişand ser nesitandina baca demxeyê û ya dahatê ji kesên xwedan ucreta esxerî û wiha got, "Em memûran jî dixin vê çarçoveyê û em dihêlin ku fiilen ucretên ku distînin zêde bibe."

"Ewên ku fesadiyên weke; peymanên SWAPê li ser kura diyarkirî hatibe kirin, dikin, hesabên namerdane dikin"

Erdogan got, "Ewên ku nîqaşên weke rejima kambiyoyê derdixin û hewl didin xincerê ji pişt ve li welat û gelê xwe bidin, haya me ji wan heye ku di pey çi finnasan de ne. Ewên ku fesadiyên weke peymanên SWAPê li ser kura diyarkirî hatibe kirin, belav dikin, em baş dizanin bê çawa hesabên namerdane dikin."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:

"Digel daşikandina di faîzê de, piştî çend mehekî din, emê hemî bihev re bibînin ka çawa enflasyon nizim dibe. Êdî dê ev welat nebe bihişta wan kesên ku bi faîzê pereyên xwe zêde dikin û dê nebe bihişta îdxalatê jî. Ez îlan dikim ku ezê îznê nedim ti gavên ku li vî welatî veberhênanê bisekinîne, îstixdamê û berhemanînê kêm bike û bibe rêgirê îxracatê. Êdî dê ev welat nebe ji wan welatên ku bi bernameyên IMFê, aborî û siyaseta xwe bi dîlîtî didin derve."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE