"Em ê dijî FETOyê heta endamê dawîn bê berterefkirin têkoşîna xwe bidomînin"

"Ji xeynî Îtifaqa Cumhur û AK Partiyê kadroyeke siyasî ku derdê wan tenê gel û dewlet e û dixwazin ji ewladên xwe ra Tirkiyeyeke hêzdar û mezin bihêlin, tuneye."

"Em ê dijî FETOyê heta endamê dawîn bê berterefkirin têkoşîna xwe bidomînin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em çawa têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê yên din bi biryardarî didomînin em ê dijî FETOyê jî heta endamê dawîn bê berterefkirin têkoşîna xwe bidomînin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê kampanyayên qirêjkirinê yên CHPyê ku dixwazin pê skandalên tacîz, tecawiz, dizî û îstismarê yên di nav xwe veşêşirin bi serê wan da bikin û wiha got, "Partiya siyasî ya tekane ku mîna îro pêşeroja Tirkiyeyê jî dikare ava bike dîsa ev der e."

Erdogan diyar kir her cure dizî helbet kirêt e, lê diziya siyasî û diziya xizmetê hê kirêt e û wiha peyivî, "Ji xeynî Îtifaqa Cumhur û AK Partiyê kadroyeke siyasî ku derdê wan tenê gel û dewlet e û dixwazin ji ewladên xwe ra Tirkiyeyeke hêzdar û mezin bihêlin, tuneye."

Serokomar Erdogan got ku em çawa têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê yên din bi biryardarî didomînin em ê dijî FETOyê jî heta endamê dawîn bê berterefkirin têkoşîna xwe bidomînin.

Erdogan diyar kir baş bizanibim ku wê tu wextî destûrê nedin kesên ku li ser navê dîn vî gelî dixapînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE