Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û got 4 şehîd hatin definkirin.
- "Duh me çar şehîdên xwe sipartin axê"
Erdogan got ev welêt emaneteke pîroz a şehîdan e û wiha dewam kir: "Duh me çar şehîdên xwe sipartin axê. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike. Ev welat emaneteke pîroz a wan e ku ji me ra maye. Mixabin du li Çubukê di merasima cinazeyê şehîdekî me da bûyereke nexweş qewimiye. Protestoyên dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu vegerandine çalakiya tundiyê. Em dijî her cure tundî û terorê ne. Em destûrê nadin ku tu kes aramiya Tirkiyeyê xirab bike."
AA