"Em dijminatiya biyaniyan û dijberiya Îslamê ancax bi hev ra dikarin têk bibin"

Çavuşoğlu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Em dijminatiya biyaniyan û dijberiya Îslamê ya ji bo hemû mirovahiyê tehdîdek e ancax bi hev ra dikarin têk bibin."

"Em dijminatiya biyaniyan û dijberiya Îslamê ancax bi hev ra dikarin têk bibin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand terorîst Brenton Tarrantê ku li Zelandaya Nû êrîşî 2 mizgeftan kiribû, 51 kes qetil kiribû û 49 kes jî birîndar kiribû bi cezayê hepsê ya heta hetayî va hat cezakirin û wiha dewam kir: "Em dijminatiya biyaniyan û dijberiya Îslamê ya ji bo hemû mirovahiyê tehdîdek e ancax bi hev ra dikarin têk bibin."

Çavuşoğlu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Terorîstê ku li Christchurchê Zekeriya Tuyan jî di nav da 51 birayê me kuştibû li Zelandaya Nû cezayê heri giran ya muebetê hilda. Ez kesên di vê êrîşa xayîn da mirin bi rehmetê bi bîr tînim. Em dijminatiya biyaniyan û dijberiya Îslamê ya ji bo hemû mirovahiyê tehdîdek e ancax bi hev ra dikarin têk bibin."

- Di dîroka Zelandaya Nû da cezayê herî giran

Brenton Tarrant li bajarê Chrîstchurchê di 15ê Adara 2019an da bi çekên otomatîk va êrîşî mizgeftên Nur û Lînwoodê kiribû.

Di vê êrîşa terorê da jê yek Tirk, 51 kes hatibûn kuştin, jê 2 Tirk 49 kes birîndar bûbûn.

Di doza wî ya mehkemeyê da ji ber sûcê terorê, 51 kuştin û 40 teşebisên kuştinê yên cuda va hatibû sûcdarkirin û cezayê hespê ya heta hetayî dabûn Tarrant.

Hakim Cameron Mander beriya biryarê eşkere bike ji terorîst Tarrant ra wiha gotibû: "Tu bê merhemet î. Te guh neda hewara birîndaran û canê wan nebexşand. Tu heta mirinê jî girtî bimînî ev cezayê te hildaye li ber wê nagire."

Cezayê terorîst Tarrant di dîroka Zelandaya Nû da cezayê herî giran e ku dane sûcdarekî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE