Serok Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî û namzedên şaredariyê yên 20 bajaran eşkere kir.
Erdogan der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî da wiha peyivî: "Helwest û tevgera Yewnanistana ku piştgiriya hin dewletên Ewropayê distîne û Qibrîsa Başûr ku bi Yewnanistanê ra tevdigere beriya her tiştî ji bona xwe bûne gef û talûke."
Serok Erdogan destnîşan kir kesên li ber pêla penaberan ji tirsê diricifin wexta mesele tê ser neft, xaz û ranta siyasî dibin şêr û wiha got: "Em ê firsendê nedin wan kesên hin mijarên navxweyî yên welatên li Behra Sipî wekî firsend dibînin û dixwazin bi neheqî li herêmê serdestiya aborî û siyasî ya xwe ava bikin."
Erdogan destnîşan kir ne li Rojhilatê Behra Sipî û ne jî li herêmên din wê di mijara tezên xwe da tawîzan nedin û wiha axivî: "Em dixwazin Behra Reş bila bibe behra aştiyê. Em ji dostên xwe yên Ûris û Ukranî ra dubare dikin bila pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Hewla wan a ji bo bi 12 mîlan va Tirkiyeyê asê bihêlin ku li Behra Egeyê negere, di mijara Qibrisê da li heqê xwe negere berhewa ye. Em biryardar in ku heqê xwe yên ji hiqûqa navneteweyî û teamulan bi dest xistine bikar bînin û hedê kesên dibin asteng jî rayê wan bidin."
Serok Erdogan diyar kir di heyama ku dinya di pencên tehdîdan da ye Rûsya û Ukraynayê ne li hemberî hev, li ba hev bibînin wê memnun bin.
Erdogan destnîşan kir li Sûriyeyê bi hinceta DEAŞê her kes li pey berjewendî û rantê ket, lê ew digel rîskan daketin qadê û derbeya herî giran lê xistin û wiha got: "Rêxistina li serê Îslamê bûye belaya herî mezin me da çokvedan, lêbelê kesên dibêjin li dijî DEAŞê ne mixabin li dijî DEAŞê têkoşîneke piçûk jî nedan."
Serok Erdogan diyar kir wek Tirkiye soz didin ku wê di nav çend mehan da bi temamî koka rêxistina DEAŞê biqelînin û wiha peyivî: "Li Sûriyeyê DEAŞ tune. Bi tenê di bin şiklê DEAŞê da çeteyên biçûk yên ku destûr hatiye dayîn ku ew hebûna xwe biparêzin û vî welatî û herêmê tevlihev bikin, hene."
Erdogan diyar kir tekane hedefa rêxistina terorê ya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê welatê wan e û got li hember vê tehdîdê em êdî nikarin bêdeng bisekinin.
Serok Erdogan diyar kir di hedefa wan da terorîstên bi eşkeretî dijmintahiya welatê wan dikin hene û wiha axivî: "Ji bo kesên dibêjin mitefîq in, hevkarê stratejîk in, dixwazin têkiliyên bi me ra qewîn bikin ev firsendeke mezin e. Heke ji pêşiya terorîstên welatê me xistina hedef vekişin em ê fehm bikin ku li cem Tirkiyeyê cî digrin, heke wisa nekin jî ji bo beqaya me çi lazim bike em ê wê bikin û bidomînin."
Erdogan destnîşan kir di meha Kanûnê da wê seferberiyeke nû ya veberhênan û îstixdamê bidin destpêkirin û bi hêzdarî dest bi 2019an bikin.
Serok Erdogan diyar kir bi taybetî li bajarên mezin CHP li bendê ye ku AK Partî namzedên xwe eşkere bike û wiha got: "Gorî wê dixwazin eşkere bikin, lewra AK Partî girîng e. Di aqilê wan da fikra 'Kî dikare bajêr baş îdare bike' tuneye. Li pey namzedên ku dikarin rayên AK Partiyê û partiyên hildin digerin."
- Serok Erdogan namzedên şaredariyê yên 20 bajaran eşkere kir
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona hilbijartina di 31ê Adara 2019an da namzedên şaredariyê yên 20 bajaran eşkere kir. Bajar û namzedên ku ji hêla Serokomar Erdogan va hatin eşkerekirin ev in:
Ankara: Mehmet Ozhasekî
Afyonkarahîsar: Mehmet Zeybek
Bîngol: Erdal Arikan
Çanakkale: Ayhan Gîder
Çorum: Halîl Îbrahîm Aşgin
Eskîşehir: Burhan Sakalli
Hatay: Îbrahîm Guler
Îzmir: Nîhat Zeybekcî
Sakarya: Ekrem Yuce
Trabzon: Murat Zorluoglu
Karaman: Mahmut Samî Şahîn
Mûş: Feyat Asya
Uşak: Mehmet Çakin
Yozgat: Celal Kose
Sêwas: Hîlmî Bîlgîn
Tokat: Eyup Eroglu
Konya: Ugur Îbrahîm Altay
Mêrdîn: Mehmet Vejdî Kahraman
Çankiri: Huseyîn Boz
Balikesîr: Yucel Yilmaz
AA