"Em dixwazin di demeke kurt da di perwerdeya bilind da jî perwerdeya rû bi rû bidin destpêkirin"

"Em dixwazin di demeke kurt da di perwerdeya bilind da jî perwerdeya rû bi rû bidin destpêkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Di demeke kurt da mîna di qedemeyên din yên perwerde û fêrbûnê da em dixwazin di perwerdeya bilind da perwerdeya rû bi rû bidin destpêkirin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Vekirina Sala Akademîk ya Perwerdeya Bilind ya 2020-2021an da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ku Projeya Anadoluyê ya Saziya Perwerdeya Bilind zanîngehên li Anadoluyê yên nû pêşva diçin wê bi zanîngehên pêşketî ra muqayese bike û kêmasiyên wan çareser bike.

Erdogan der barê Projeya Anadoluyê ya Saziya Perwerdeya Bilind da diyar kir wê di heyama duyemîn ya sala akademîk ya îsal da vê bernameyê bidin destpêkirin.

Serok Erdogan destnîşan kir bi Projeya Laboratuvarên Sanal ya Saziya Perwerdeya Bilind dersên aboratuvarê yên kîmya û fizîkê we bi awayekî sanal bên dayîn.

Erdogan got ku di demeke kurt da mîna di qedemeyên din yên perwerde û fêrbûnê da em dixwazin di perwerdeya bilind da perwerdeya rû bi rû bidin destpêkirin.

Serok Erdogan destnîşan kir wê hewesa kesên ku hêza ji gel hilnedane dixwazin ji dereke din kom bikin di ber wan da bihêlin.

Erdogan diyar kir daraz ji dadgehên di asta yekê da bigire heya yên bilind bi hemû pêkhateyên xwe di xizmeta tesîskirina edaletê da ne.

Serok Erdogan der barê nîqaşên li ser hilbijartina berwext da diyar kir hilbijartin wê di Hezîrana 2023yan da bê kirin û got ku hilbijartin dê pêş da neyê hildan û wiha dewam kir: "Li dinyayê li kîjan dewleta pêşketî hilbijartineke ku hatiye destnîşankirin di demeke din da tê kirin? Ev kar karên dewletên qebîleyê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE