Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku heger şert rê bidin em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov û Kulebayê hevtayê wî yê Ukraynayê bînin bal hev.
Wezîrên Karên Derva yên dewletên NATOyê ji bona gotûbêjkirina şerê Rûsya û Ukraynayê li Brukselê li baregeha NATOyê derasayî civiyan.
Di civînê da Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu temsîl kir.
Çavuşoglu li Brukselê li baregeha NATOyê di daxuyaniya çepemeniyê da axivî.
Mevlut Çavuşoglu got ku heger şert rê bidin em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov û Kulebayê hevtayê wî yê Ukraynayê bînin bal hev.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir heya duh ji Ukraynayê 9 hezar û 653 welatiyên Tirk hatine texliyekirin.
Çavuşoglu diyar kir ji hêla stratejîk û însanî va gelek muhim e ku qada asîmanî ya Tirkiyeyê vekirî bimîne.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ji bona hin welatiyên Tirk yên li Ukraynayê di ser Rûsyayê ra bînin Tirkiyeyê têkilî û xeberdan didomin.
AA