"Em dixwazin ji hilbijartinên 31ê adarê bi serkeftin derkevin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ji bo beqaya Tirkiyeyê, hizûra miletê me, paşeroja ewladên me em dixwazin ji hilbijartinên 31ê adarê bi serkeftineke ku pêbaweriyê dide dostan, tirsê dixe nava dilê dijminan va derkevin.

"Em dixwazin ji hilbijartinên 31ê adarê bi serkeftin derkevin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Afyonkarahîsarê xîtabî gel kir.

Ji axaftina Serokomar Erdogan sernavên derketin pêş ev in:

"Em mîna CHPyê ji bo ku 3-5 dengan zêde bistînin ji wî şarlatanê li Pensîlvanyayê, ji axayên terorê yên li Qendîlê ra taşeroniyê nakin.

(Dozên ku li Kiliçdaroglu vekirin) Ez hemû dozan qezenc dikim. Weke hûn dizanin ji yekê milyonek û nîv, ji yekê milyonek. Înşeallah vê piştî ku me ew hildan û şûnda jî em ê ji Weqfa Mehmetçîkê ra hîbe bikin. Lewra Bay Kemal timî Mehmetçîkê min piçûk xistiye.

Ji bo beqaya Tirkiyeyê, hizûra miletê me, paşeroja ewladên me em wek AK Partî û Tifaqa Cumhur dixwazin ji hilbijartinên 31ê adarê bi serkeftineke ku pêbaweriyê dide dostan, tirsê dixe nava dilê dijminan va derkevin.

Di kongreyên HDPyê da Sirûda me ya Îstiqlalê jî nayê xwendin. Bay Kemal tu çaya dikevî milê kesên ku Sirûda Îstiqlalê jî naxwîne, ÎYÎ Partî tu çawa dikevî milê van, Saadet tu çawa dikevî milê van? Ev di kongreyên xwe da vê alaya min a xweşik jî danaliqînin.

Wek di hilbijartinên 24ê Hezîranê da çêbû îro jî li welatê me endezyariyeke mezin a siyasetê tê kirin. CHP û Pensilvanya, bi partiya Îyî û şaxa siyasî ya rêxistina terorê ra di bin sîwana 'îttîfaqa zîlletê' tînin bal hevdu.

Partiyên ku di şertên asayî da li ser rê qet pêrgî hev nayên, di paş deriyên girtî da bazara 'ev ji te ra ev ji min ra' dikin.

CHP îro bi piştgiriya FETOya çeteya îxanetê ya herî nemerd a ku welatê me dît hesabê serketina hilbijartinê dike.

Îro CHP di bin dagirkeriya hişmendiyekê da ye ku vê hişmendiyê pişta xwe bi piştgiriya kesên miletê me bi PKKyê va tehdîd dike va girêdaye" 

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE