Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Sala bê înşellah em ê xizmetê bidin 1,5 milyon nexweşên biyanî û hedefa me ew e ku ji bazara tenduristiyê ya kurewî 10 milyar dolar bi dest bixin." dedi.
Erdogan li Qada Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê di bernameya vekirina Avahiya Lêkolîn, Zanist û Teknolojiyê ya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir sala bê înşellah wê xizmetê bidin 1,5 milyon nexweşên biyanî û got ku hedefa me ew e ku ji bazara tenduristiyê ya kurewî 10 milyar dolar bi dest bixin.
Erdogan di axaftina xwe da got hemû kesên ku dixwazin li vî welatî bixebitin, hilberînin û tiştên nû bikin bi bernameyên teşwîqê û alîkariyê pêşiya wan heya dawiyê vekiriye.
AA