Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmitro Kuleba der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da got ku ew dixwazin Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn rasterast bi hev ra biaxivin.
Kuleba beşdarî bernameya têlevîzyonekê bû û wiha got, "Ev demeke dirêj e ku em dixwazin di navbera Ukrayna û Vladimir Putîn da rasterast axaftin çêbe. Lewra em hemû dizanin ku bi taybetî biryarên dawîn Putîn dide."
Kuleba daxuyand, rasterast axaftina Zelenskiy û Putîn jî tê da ew ji tu tiştî natirse û wiha dewam kir, "Putîn jî heke ji tu tiştî natirse, bira were, rûnê û em xeberdin."
AA