"Em dixwazin li zanîngehan perwerdeyê bênavber bidomînin"

"Em dixwazin li zanîngehan perwerdeyê bênavber bidomînin"

 Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em dixwazin li hember şewbê hemû tevdîran hildin û li zanîngehan perwerdeyê bênavber bidomînin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Vekirina Sala Akademîk û Perwerdeya Bilind ya 2021-2022yan da axivî.

Serok Erdogan der barê şewba Kovîd-19ê da got ku li gor nexweşan dibe ku em hin polan hildin karantînayê, lê dibistan li seranserê navçe û bajaran wê bi temamî neyên girtin.

Erdogan diyar kir dixwazin li hember şewbê hemû tevdîran hildin û li zanîngehan perwerdeyê bênavber bidomînin û wiha axivî, "Divê em demildest rewşa ku ciwanên me li pey ezmûna zanîngehê dema xwe badilhewa dikin û kapasîteya tiral ya li zanîngehan biguherînin."

Serok Erdogan der barê rêlibergirtina wesaîta Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê da wiha got, "Xwendekar wiha nabin. Ev encax terorîstên ku ketine nav zanîngehan in."

Serok Erdogan destnîşan kir Tirkiyeyeke ku xwendekar derdikevin ser wesaîta rektor û xwe hildikutînin qebûl nake û got ku xwendekarên wiha ji me ra lazim nînin.

Erdogan diyar kir Tirkiye bi kapasîteya xwe ya wargehan ku ji milyonekî zêdetir e li dinyayê di warê wargehan derfetên herî zêde dide xwendekarên zanîngehê û wiha pê da çû, "Em ê 110 hezar nivînên din jî pêşkêşî xwendekarên xwe bikin û em ê pirsgirêka wargehan bi temamî çareser bikin. Bira xwendekarên me zeman û bala xwe bidin ser xwendin û fêrbûnê. Çareserkirina hemû pirsgirêkên din karê me ye. Em wan çareser dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE