''Em dixwazin Stenbol qezenc bike"

Bînalî Yildirim: "Di hilbijartina 31ê adarê da encam çi dibe bira bibe, em dixwazin Stenbol qezenc bike. Em dixwazin welatê me qezenc bike."

''Em dixwazin Stenbol qezenc bike"

Bînalî Yildirim: "Di hilbijartina 31ê adarê da encam çi dibe bira bibe, em dixwazin Stenbol qezenc bike. Em dixwazin welatê me qezenc bike."

"Bi hilbijartina 31ê adarê va hedefa me ew e ku em deriyê serdemeke nû, serdemeke ku belkî 25 salên din dewam bike, vekin."

 "Emê Stenbolê guhdar bikin, lê çavên me girtî na. Çavên me vekirî emê Stenbolê guhdar bikin, guhên me vekirî emê Stenbolê guhdar bikin."

"Vê hilbijartinê vediguherînin hilbijartineke giştî, vediguherînin referandumê, li gor min ev ji bo Stenbolê qenciyek nîne."

 "Heke mijarên Stenbolê, mijarên vî bajarê dinyayê belahewa herin, ezê pir xemgîn bibim. Ji ber vê di kampanyayê da ezê li vê qadê bisekinim. Tiştên mecburî ne tê da ezê li ser mijarên din zêde nexebitim."

 "Ez wek Bînalî hatim. Li Kasimpaşayê, li vir bûm Bînalî Yildirim."

 "Min ji welatiyan da pirsîn ku li Stenbolê 'pirsgirêk çiye'. Ya yekem; çûyîn û hatin û trafîk. Bê îstisna li hemû navçeyan, li her derê pirsgirêka ku tê gotin çûyîn û hatin û trafîk e."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 15:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE