"Em dixwazin YE di şerê dijî terorê da zêdetir bibe alîkar"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em dixwazin dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê di şerê me yê dijî terorê da zêdetir bibin alîkar."

"Em dixwazin YE di şerê dijî terorê da zêdetir bibe alîkar"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em dixwazin dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê di şerê me yê dijî terorê da zêdetir bibin alîkar."

Çavuşoglu di çarçoveya "Civîna Diyaloga Siyasî ya Payebilind ya Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê" da bi Nûnera Payebilind ya Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî û Endamê Berbelavbûnê yê Komîsyona YEyê Johannes Hahn ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê pêvajoya Yekîtiya Ewropayê da wiha got: "Feydeya daxuyaniyên ku Tirkiyeyê cuda digirin û înkar dikin ku dewleteke namzed e, tuneye."

Çavuşoglu diyar kir dixwazin dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê di şerê dijî terorê da zêdetir bibin alîkar.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Yekîtiya Ewropayê di bin navê civaka sivîl da kesên dibêjin 'Ji bona li Tirkiyeyê hikûmeta hatiye hilbijartin têk biçe min ev kar û xebat kirin' diparêze û got ku ev rewşeke bêwate ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE