''Em Diyarbekireke hê xweşiktir ava dikin''

Serok Erdogan: Em Diyarbekireke hê xweşiktir ava dikin

''Em Diyarbekireke hê xweşiktir ava dikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em Diyarbekireke din ava dikin, em Diyarbekireke hê xweşiktir ava dikin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li vir cehdeke mezin nîşan dide."

Erdoganê ji bona serdanên curbecur li Diyarbekirê ye nimêja înê li navçeya Sûrê li Mizgefta Fatîh Paşa (Kurşunlu) ya dîrokî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serok Erdogan diyar kir Diyarbekireke din ava dikin û Diyarbekireke hê xweşiktir ava dikin û got ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li vir cehdeke mezin nîşan dike.

Erdogan ji bona pirsa li ser betlaneya eydê da got ku hevalên me xebatên xwe didomînin, ez ê di banga xwe ya gel da vê ji gelê xwe ra eşkere bikim.

Serok Erdogan der barê aşîbûna Kovîd-19ê da got em ê bêdilîbûna aşîbûnê ya ku niha li Diyarbekirê heye bi awayekî çareser bikin.

Erdogan ji bona xebatên li ser aşiya Kovîd-19ê da wiha axivî, "Di demeke nêzîk da wê Ugur Beg û xanima xwe bibin mêvanên me. Em ê bi vî awayî di BîoNTechê ji bona gavên bi lezûbez biavêjin firsendekê bi dest bixin."

Serok Erdogan li ser pirsa der barê hevdîtinên li ser Efxanistanê û wiha peyivî, "Sînorên wezîfeya Tirkiyeyê çi ne, em çi qebûl dikin û çi qebûl nakin, biryarên wan hatine hildan. Di mizakereyên NATOyê da bi Bîden ra bi hevdîtina dualî û di nav heyetan da em li ser van meseleyan axivîn. Bi vî awayî em ê li Efxanistanê gavên herî maqûl biavêjin."

Erdogan ji bona Pergala Hikûmeta Serokomariyê jî diyar kir mekanîzmayên biryarê hê leztir dixebitin û got ku Tirkiyeyê bi vê pergalê encamên hê berhemdar bi dest xistine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE