Em ê berhemên elektronîk ên Amerîkayê boykot bikin

Erdogan: "Em ê ji berhemên ku em ji derva bi dowîzê dikirin, ên baştir çêbikin û bifiroşin derva. Em ê berhemên elektronîk ên Amerîkayê boykot bikin."

Em ê berhemên elektronîk ên Amerîkayê boykot bikin

Serok Erdogan:

"Em ê ji berhemên ku em ji derva bi dowîzê dikirin, ên baştir çêbikin û bifiroşin derva. Em ê berhemên elektronîk ên Amerîkayê boykot bikin."

"Îro welatê me ji her hêlê va li dinyayê xwediyê pergala bankeyan ya herî saxlem e. Heger navê Tirkiyeyê nebêjin û daneyên me yên aboriyê nas û xerîb yan jî dost û neyar nîşanî kê bidin wê ferq bikin ku rewşeke balkêş heye."

"Maliyeta pêvajoya em dijîn ji me ra heye, lê bêguman ji bona kesên operasyonê dikin ra jî maliyetek heye."

"Van nikaribûn li qadê ya xwe bi me bidin kirin û lewma wekî dîplomasî, wekî hêza eskerî, wekî bêîstiqrariya sosyal û siyasî, dixwazin aboriyê jî wekî çekekê biemilînin."

"Li tevahiya dinyayê em di rê za 17an da ne û li gor parîteya kirînê jî em xwediyê aboriya 13emîn in. Ji ber vê jî aciz dibin û neyartiyê dikin. Ev yeka dûrî aqilan e."

"Em ê hêlberîna xwe zêdetir bikin, em ê îxraca xwe zêdetir bikin. Tu maneya wê yekê tuneye ku mirov mifteyê li devê depoyan bide."

"Nêrîna (em berê xwe bidin dowîzê em ê xilas bibin), nexêr. Tu yê wê çaxê têk biçî. Tu Tirk î, tu yê bi lireyê Tirk li ser rêya xwe bimeşî."

"Heger em bi fikra hela çi dibe veberhênanê bidin sekinandin û bi gotina 'îhtiyatê ticaretê sist bikin", em ê wê çaxê teslimî dijmin bibin."

 "Em ê di 26ê tebaxê da cardin ji Milazgirê derkevin rê, ji bîr nekin. Dê vejîneke nû çêbe înşallah."

"Heger em bigihêjin hedefên xwe yên 2023yan wê dahata me ya serê her welatiyekî ji du qatî zêdetir be û wê her welatiyê me du qat dewlemend bibe."

 "Ez dibînim, hin kes bi taybetî jî ji bo ku ciwanên me tehrîk bikin, pesnê dervayî welat didin. Ji vê yekê bawer bin, kê hewl, xîret û keda ku li dervayî welat dide, li vê derê nîşan bide dê li welatê me bigihêje asteke jiyanê ya pir çêtir."

 "Heger mirovên wisa hene ku dixwazin li dervayî welat di nav hejariyê da bijîn, ev yek terciha wan e. Lêbelê heger ev kes di vê astê da nesekinin, dest pê bikin û welatê xwe reş bikin, em ji wan ra dibêjin 'mankurt'. Hewcedariya me bi mankurtan tune."

AA 

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2018, 12:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE