"Em ê şerê aboriyê bi serkeftî bidomînin"

Serokkomar Erdogan: "(Lehiya li Orduyê) Înşallah em ê ji vê felaketê jî xilas bibin lêbelê em ê şerê aboriyê jî bi serkeftî bidomînin."

"Em ê şerê aboriyê bi serkeftî bidomînin"

Serokkomar Erdogan: "Kesên ku di binê balgiyên wan da dolar, ewro û zêrên wan hene bira herin li bankeyên me hûr bikin têxin lireyê Tirkiyeyê. Ev têkoşîneke xwemalî û neteweyî ye. Helbet miletê min ew ê bersivê bide kesên li dijî me şerê aboriyê dan destpêkirin."

"Ji bo Corç û Hans berpirsyariya me tune, ji bo Ehmed, Mihemed, Eyşe û Fatimeyê berpirsyariya me heye. Ji bo we berpirsyariya me heye."

"Hin welat di mijarên ku Tirkiye terefekê wê ye da helwesteke wisa nîşan didin ku bi vî awayî piştgiriyê didin derbekaran, terorîstan hembêz dikin, heq û hiqûqê nas nakin. Geşedanên neyînî yên van rojan di aboriya me da tên dîtin jî nîşana vê ne."

"Ji bo hemû îhtimalên neyînî amadehiyên me hene. Yên li kurên dowîzê, faîzê, tehdîdan mêze dikin û destê xwe hev didin bira qet şa nebin."

"Ez bangî lobiyên faîzê dikim, qet şa nebin. Hûn ê ji ser pişta vî gelî qezenc nekin, hûn nikarin vî miletî bidin çokvedan."

"Kesên dikevin pey hesabên piçûk û Tirkiyeyê winda dikin, bawer bikin ku hûn ê sibê zehf poşman bin."

"(Guherîna di kurên dowîzê da) Miletê ku ji tank, top, teyare, guleyan natirse ma ew ê ji van tehdîdan bitirse. Kesên wiha difikirin helbet qet ev mileta nas nekirine."

"Li hemberî tu welatî neyartiyeke me ya taybet tuneye. Bi hemû welatan ra ji hêla ku berjewendiyên me li hev tên em peymanan çêdikin û gava pirsgirêk derdikevin jî ji bo em meseleyên xwe bi rêyên guftugoyê hel bikin hewl didin, lê dema bizwazin Tirkiyeyê bixin tengasiyê zirarê bidin mafên me yên serdestiyê û bixwazin ji bo wan tawîz bên dayîn, a wê demê rewş diguhere. Bila li qisûrê mêze nekin em di vê mijarê da ji tu kesî ra nabêjin eywalah û emê nebêjin jî."

"Ji Îranê hetanî Rûsyayê ji Çînê hetanî welatên Ewropayê li gelek ciyan di mijara alternatîfên cuda da em ji qonaxeke girîng derbas bûn."

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE